Asayişa Rojava: Li Kampa Holê 3 kes di dema revê de hatin girtin

30-08-2022
RÛDAW
Nîşan Rojava Asayişa Rojava Kampa Holê Operasyon DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di berdewamiya operasyona xwe de li kampa Holê hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê 3 kes girtin ku hewl didan ji kampê birevin. Herwiha di roja pêncem a operasyonê de 23 kes bi gumana endamtiya DAIŞê hatin girtin.

Asayişa Rojavayê Kurdistanê ku bi fermî jê re Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê tê gotin, roja Duşembê 29ê Tebaxa 2022an di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên wan li kampa Holê sê kesên ku di dema operasyona paqijkirinê ya li beşa sêyem a wê kampê de hewl dida birevin, girtine.

Ji 3 kesên hatine girtin, yek jin û du mêr in. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin, “Berî demekê hêzên me jinek û 2 zilamên ku hewl didan ji kampa Holê birevin, girtin.”

Hêzên Asayişa Rojavayê Kurdistanê dest bi lêpirsînê bi wan kesan re kiriye.

Asayişa Rojavayê Kurdistanê bi piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di 25 Tebaxê de qonaxa duyemîn a operasyona "Mirovî û Ewlehiyê" li Kampa Holê destpê kir ku heta niha didome.

Di daxuyaniyeke din de ku îro Sêşembê hatiye belavkirin, Asayişa Rojavayê Kurdistanê ragihandiye, di roja pêncan a operasyona li kampa Holê de “23 kes bi gumana endamtiya DAIŞê” girtine û lêkolîna bi wan re berdewam e.

Herwiha hatiye ragihandin, di berdewamiya operasyonê de, 23 kon li nav kampa Holê hatine rakirin ku “DAIŞê ew kon weke cihên xûlan û dadgehan bikar dianîn.”

Asayişa Rojavayê Kurdistanê destnîşan jî kiriye ku hêzên wan hin tunelên DAIŞê jî dîtine û dest bi ser laptopek, 8 telefonên destan (mobayl) û tablêtekê de girtine.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst