Amerîka wesayît û keresteyên serbazî pêşkêşî Pêşmerge dike

Hewlêr (Rûdaw) - Amerîkayê karwanekî din ê alîkariyê bo Wezareta Pêşmerge şand û biryar e îro ew alîkarî ji aliyê Wezareta Pêşmerge ve bê wergirtin. Berpirsekî Wezareta Pêşmerge jî eşkere kir, “Alîkarî ji wesayît û keresteyên serbazî pêk tê.”

Cîgirê Supasalarê Pêşmerge Lîwa Qareman Kemal ji Rûdawê re ragihand, Amerîkayê beşeke din a alîkariyê bo Wezareta Pêşmerge şand.

Qareman Kemal tekez kir ku îro ew alîkarî radestî Wezareta Pêşmerge tê kirin û got, ew alîkarî ji bi dehan wesayîtên serbazî yên ji cûrê Hummer û kereste û pêdawîstiyên serbazî pêk tê.

Roja 28/07/2021, nêzikî 60 Hummer, barhilgir û ambulans ji aliyê Hevpeyaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ve radestî Wezareta Pêşmerge hatin kirin û Qareman Kemal dibêje, “Ev alîkarî berdewam tên.”

Cîgirê Rêveberê Grûpa Şêwirmendên Serbazî Todd Burrows li hejmara xwe ya Twitterê li ser vê mijarê peyamek belav kir û ragihand, ew dê berdewam bin li ser şêwirmendî û piştgiriya “Pêşmerge yê hevpeymanê me” ji bo têkbirina DAIŞê.

Roja 26ê meha derbasbûyî jî Hevpeymaniya Navdawletî 50 Hummerên serbazî, 3 tankên avê û 3 barhilgirên mamnavend radestî Hêzên Pêşmerge kiribûn.

Navenda Medyayê ya Wezareta Pêşmerge li ser vê mijarê radigihan, “Bi berdewamiya komek û alîkariyên ku Hevpeymanan pêşkêşî Hêza Pêşmergên Kurdistanê dikin, beşek ji wan gihişt destê Hêzên Pêşmerge û di merasîmeke taybet de bi amadebûna efserên bilind ên Wezareta Pêşmerge û Hevpeymanan, îmzeya dayîn û wergirtina wan ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî û Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat kirin.”

Ew programa alîkarî û pirçekkirina lîwayên Wezareta Pêşmerge ji sala 2014an ve destpê kiriye û berdewam Hêzên Hevpeyman alîkariyan pêşkêşî Wezareta Pêşmerege dikin.