Li sînorê Îbrahîm Xelîl biryareke nû hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo kesên du doz derzî li xwe xistibin li sînorê Îbrahîm Xelîl testa Coronayê nayê kirin.

Parêzgeriya Şirnexê ragihand, ji 29ê Tebaxê ve bo kesên diçin Herêma Kurdistanê û Iraqê eger du doz derzî li xwe xistibin dê li sînorê Îbrahîm Xelîl testa Coronayê neyê kirin.

Bi serpereştiya Parêzgeriya Şirnexê, Qeymeqamtiya Silopiyê, Rêveberiya Gumrika Xabûrê, Konsulxaneya Tirkiyê ya li Hewlêrê û Rêveberiya Gumrika Îbrahîm Xelîl derbarê tedbîrên Coronayê yên li gumrikê biryareke nû wergirtin.

Li gor biryara Gumrika Îbrahîm Xelîl a li Herêma Kurdistanê ji 29 Tebaxa 2021ê ve ji bo ajokar û rêwiyên ku du doz derziya Coronayê li xwe xistibin testa Coronayê nayê kirin.

Kesên ku du doz derzî li xwe xistibin dê rê bi wan bê dayîn ku bê test derbasî aliyê Herêma Kurdistanê bibin.

Ji bo kesên ku du doz derzî li xwe nexistibin pêwîst e berî biçin Herêma Kurdistanê bi 48 demjimêran testa xwe ya Coronayê bikin, eger nekiribin dê bi neçarî li gumrikê testa Coronayê bo wan were kirin.

Piştî belavbûna şewba Coronayê ji bo kesên ku ji Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê derbasî aliyê Herêma Kurdistanê dibûn li Gumrika Îbrahîm Xelîl bi neçarî testa Coronayê dihat kirin û ji bo testê ji her kesekî 35 dolar dihatin wergirtin.