Bafil Talebanî û Lahûr Şêx Cengî civiyan

30-08-2021
RÛDAW
Nîşan Bafil Talebanî Lahûr Şêx Cengî YNK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokên YNKê Bafil Talebanî û Lahûr Şêx Cengî şeva derbasbûyî bi navbeynkariya Amerîkiyan li Silêmaniyê civiyan.

Çavkaniyên nêzikî herdu hevserokên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ji Rûdawê re ragihandin, Bafil Talebanî û Lahûr Şêx Cengî şeva derbasbûyî li Silêmaniyê hevdîtinek pêk anîn.

Li gor zanyariyan di civînê de daxwaz hatiye kirin ku herdu hevserok kar ji bo serxistina lîsta YNKê ya ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê bikin û heta piştî hilbijartinan pirsgirêkên di navbera herdu aliyan de bên paşxistin.

Civîna Bafil Talebanî û Lahûr Şêx Cengî di bin tedbîr û çavdêriyeke emnî ya tund de û bi awayekî nihênî li cihê rahênerên Amerîkî yê li Fermandariya Hêzên 70, birêve çû.

Di civînê de Qubad Talebanî jî amade bû û Amerîkî li gel herdu aliyan bi tenê civiyan û guhdariya daxwazên wan kirin û paşê bi beşdariya herdu hevserokan civîn hat kirin.

Li gor çavkaniyekî nêzikî Lahûr Şêx Cengî ku nexwest navê xwe eşkere bike, Lahûr Şêx Cengî razî bûye ku kar ji bo serxistina lîsta YNKê bike, ew jî bi mercê “rakirina tometên li ser wî û vegerandina beşeke desthilatên wî.”

Lê li gor çavkaniyekî nêzikî Bafil Talebanî ku ji Rûdawê re ragihand, Bafil Talebanî “mercên Lahûr Şêx Cengî qebûl nekirin” û pêdagir bû li ser beşeke biryarên ku berî niha derxistine.

Wan çavkaniyan amaje bi wê kirin ku civîn demjimêr 22.15 (Yekşem, 29/08/2021), destpê kir û demjimêr 01.20 bi dawî hat.

Çavkaniyan ragihandin, di çend rojên bê de ji bo asayîkirina aloziyên di navbera hevserokan û pêkanîna rêkeftinekê, civîneke din jî dê di navbera herdu aliyan dê bê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst