Li Geverê li sînorê Rojhilat 43 km dîwar hat çêkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Kar û xebatên Tirkiye li ser avakirina zêdeyî 500 kîlometre dîwarê ser sînorê Bakur Kurdistan û Rojhilatê Kurdistanê berdewam in.

Tirkiye li navçeya Geverê ya parêzgeha Colemêrgê di çarçoveya lêkirina dîwarê ser sînorê Bakurê Kurdistan û Rojhilatê Kurdistanê 43 kîlometre dîwarê ji betonê temam kir. Dîwar bi blokên ku her yek ji 7 ton giranî, 3 metre bilindî û 2 metre û 80 santîm pehnayî pêk tên hatiye çêkirin.

Bi dirêjahiya dîwarê ku bi hincetên ewlehiyê hatiye çêkirin xendek jî hatiye kolandin û gerên serbazî hatine zêdekirin.

Tirkiyê di sala 2017ê de li parêzgehên Bakurê Kurdistanê yên li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê Îdir, Agirî, Wan û Colemergê dest bi lêkirina dîwar kiribû. Pêştir li parêzgeha Agiriyê jî dîwarê 81 kîlometreyî hatibû temamkirin û li Wanê jî xebatên çêkirina dîwêr berdewam in.