Du xort di rûbarê Arasê de xeniqîn

30-08-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê du xort li nav rûbarê Arasê (Iris) xeniqîn û jiyana xwe ji dest dan.

Li gor agahiyan, Tevfîk Celayir ê 17 salî û Murat Celayir ê 15 salî  xelkê parêzgeha Îdirê ya Bakurê Kurdistanê û niştecihê qezaya Tozanê bûne.

Ew her du xort ku ximzên hev bûne, ji qezaya Tozanê ya Îdirê ji bo seyran û gerê çûne gundê Xanlî yê li qezaya Dîgor a Qersê û ji bo melevaniyê çûne nav rûbarê Arasê, lê ji ber hêza avê xeniqîne û jiyana xwe ji dest dane.

Piştî agahdarbûna ji rewşê, tîmên AFADê li gel hejmarek ji hêzên cendirme diçin cihê bûyerê û dest bi lêgerînê bo dîtina termên herdu xortan dikin.

Di encama xebatên wan tîman de, termên herdu xortan tê dîtin û bo karûbarên otopsiyê ew term rakirine nexweşxaneya dewletî ya Tozanê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst