Rêveberiya Xweser derbarê çekdarkirina zarokan de biryarek nû derxist

30-08-2020
RÛDAW
Nîşan Rojava Rêveberiya Xweser Asayişa Rojava Çekdarkirina zarokan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a li Bakurê Rojhilatê Sûriyê, ji bo rêgirtin ji çekdarkirina zarokan biryarek derxist û bi wê armancê nivîsîngeha parastina zarokan ji milmilaniyên çekdarî vedike, daku rê li ber çekdarkirina zarokan li navçeyê bihê girtin.

Hevserokatiya Encûmena Cîbicîkar a Rêvebeirya Xweser a li Bakurê Rojhilatê Sûriyê, îro biryarek nû da û li gor vê biryara nû, Rêveberiya Xweser ofîsa parastina zarokan ji milmilaniyên çekdarî ava dike.

Hatiye ragihandin, ku biryara avakirina wê ofîsa taybet li ser bingeha rêkeftina îmzekirî ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Netewên Yekgirtî de ku di 29ê Hezîrana 2019 de hatibû îmzekirin û paşê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatibû pesendkirin, hatiye dan.

Şaxên wê ofîsa taybet bi parastina zarokan ji milmilaniyên çekdarî dê di deste û komîteyên karûbarên civakî û xebitandinê yên li Qamişlo, Heseke, Reqa, Dêrazor, Kobanî, Girê Spî, Şehba, Tebqa û Minbicê bên çalakkirin.

Di biryarê de hatiye, ku “erkê wê nivîsgehê û şaxên ew e ku lidûvçûnê bo giliyên taybet bi çekdarkirina zarokan di nav rêzên Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Hêzên Ewlekariya Hundirîn de û herwiha giliyên din ên girêdayî binpêkirinên li dijî mafên zarokan, bike.”

Her li gorî wê biryarê, ew nivîsgeh dê pêşwaziyê li wan giliyan bike, ku ji aliyê malbatan û şahidan yan çi kesekî din ku guhdanê bi pirsa zarokan dikin û dê nivîsîngeh wan giliyan bişîne Nivîsgeha Giliyan a Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi rêya wê ji Nivîsgeha Parastinê re, piştre ji Fermandariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk re tê şandin, da ku dest bi lêpirsînê were kirin û girtekên pêwîst werin girtin.

Derbarê binpêkirinên li dijî mafên zarokan de, Rêveberiya Xweser û HSD li gor raporên girêdayî binpêkirina mafên mirovan dest bi lêpirsînê di van mijaran de dikin.

Di heman biryarê de hatiye ku ew hemû kiryarên nerênî li dijî xwediyên giliyan de qedexe dikin û tê gotin: “Parastina berjewendî û siriyeta (nepeniya) xwediyên giliyan mijareke cewherî ye û ji bingeha mekanîzmaya giliyê ye. Herwiha gilîker dikare nasnameya xwe eşkere neke yan jî dikare giliya xwe di kîjan demê de dixwaze paşde vekişîne.”

Rêveberiya Xweser destnîşan dike, ku lêpirsîn û encamên wê jî dê li gorî pîvanên navdewletî bin û tekez dike: “Fermandariya leşkerî hevkariya pêwîst ji hêla hêzên leşkerî ve dabîn dike. Her wiha nahêle tu kirinek neyînî li dijî xwediyên giliyan bê kirin. Li gorî encamên lêpirsînê sûcdarên ku mafên zarokan binpê kirine di nav de fermandar jî, li gorî pîvanên navneteweyî têne cezakirin. Tu alî û ne jî tu kes nikare mafên zarokan binpê bike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst