Nêçîrvan Barzanî serokê nû yê Dezgeha Mîn erkdar kir

30-08-2020
RÛDAW
 Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî îro Cebar Mistefa Resûl weke Serokê Dezgeha Giştî ya Karubarên Mîn li Herêma Kurdistanê erkdar kir.
Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî îro Cebar Mistefa Resûl weke Serokê Dezgeha Giştî ya Karubarên Mîn li Herêma Kurdistanê erkdar kir.
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî îro Cebar Mistefa Resûl weke Serokê Dezgeha Giştî ya Karubarên Mîn li Herêma Kurdistanê erkdar kir.

Îro Yekşemê 30 Tebaxa 2020, Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê fermana herêmî ya ji bo erkdarkirina Cebar Mistefa Resûl weke Serokê Dezgeha Giştî ya Karubarên Mîn li Herêma Kurdistanê, îmze kir.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di axaftinekê de Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li serokê nû yê dezgehê mîn kir û karê wê dezgehê weke karekî girîng û niştimanî bi nav kir.

Nêçîrvan Barzanî herwiha hêvî kir, ku dezgehên hikûmetê û hemû aliyên peywendîdar û rêxistin û ajansên biyaniyên wî warî hevkariya Dezgeha Mîn a Kurdistanê bikin û tekezî li wê yekê kir, ku ew wek şexsê xwe û Serokatiya Herêma Kurdistanê jî weke sazî dê bi hemû awayî piştgirî û hevkariya Dezgeha Mîn bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst