Li Koşka Îshaq Paşa daxwaza zewacê bû sedema agir

Hewlêr (Rûdaw) – Li Koşka Îshaq Paşa ya navçeya Bazîd a parêzgeha Agiriya Bakurê Kurdistanê, balona miradê ya hate firandan, bû sedema şewitandina 5 hezar gurzên giya.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, kesekî ku hêj nasnameya wî nehate zanîn, li Koşka Îshaq Paşayê, daxwaza zewacê ji xoşewîsta xwe dike û piştî ku keçek ji daxwaza kurek re dibêje erê, bi hev re mûmam pê dixin û balona miradê difirînin.

Balona miradî dikeve nav gurzên giya yên welatiyê bi navê Yemlihan Tan û piştî çirûsk ji balonê vedide dibe sedema şewatê.

Piştî agahdarkirinê hejmareke zêde ya wesayîtên agirvemirandinê diçin cihê bûyerê û 400 serî pez û dewaran ji govê derdixin.

Tîmên vemirandina agir ligel kesên derdorê di heyam du seattan de karîn agir vemirînin, lê 5 hezar gurzên giya yên Yemlihan Tan bi temamî û beşek ji gova wî şewitîn.

Derbarê kesê bûye sedema agir de lêpirsîn hate destpêkirin.