Walîtiya Amedê ji bo mitînga 1ê Îlonê destûr da HDPê

Hewlêr (Rûdaw) - Walîtiya Amedê daxwaza Partiya Demokratîk a (HDP) ya ji bo lidarxistina mitîngê pesend kir, lê qedexe danî ser hinek dirûşman.

 

Biryar e di roja cîhanî ya aştiyê de, HDP li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê mitîngekê bi dirûşma Ji bo “aştiyeke bi rûmet, çareseriya demokratîk” lidar bixe û daxwaza lidarxistina wê mitîngê jî ji aliyê walîtiya wê parêzgehê ve hatiye qebûlkirin, lê hejmareke dirûşim hatine qedexekirin ku nabe HDP rê bide endam û alîgirên xwe wan dirûşman berz bikin.

 

Li gorî biryara walîtiya Amedê, nabe ku peyvên weke “qeyûm, qesir û tecrîdkirina aştiyê” bêne bikaranîn.

 

Di daxûyaniya walîtiya Amedê de hatiye ku wan gelek gotûbêj li ser peyva “faşîst” jî kirine, lê wan di dawiyê de biryar daye ku wê peyvê qedexe nekin.

 

Biryar e roja 1ê Îlonê, HDP li qada stasyonê ya Amedê demjimêr 16.00 mitîngekê saz bike.