Xurekên %70 penaberên kampa Domîz hatine qutkirin

30-08-2018
PÊŞEWA BEHLEWÎ
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Erzaq Penaber Kamp Domîz
A+ A-

Duhok (Rûdaw) - Rêxistina Xwarinê ya Cîhanî (WFP) beşa alîkariyan bo kampên penaberan li Başûrê Kurdistanê kêm kiriye û bi gotina berpirsên rêxistinê ew nikarin alîkariyên pêwîst bo gihandina xwarinê ji welatên cihanê peyda bikin.

 

Bi hezaran penaberên Rojavayê Kurdistanê yên li kampa Domîz a ser bi parêzgeha Duhokê, ji alîkariyan bêpar mane û bi gotina berpirsên kampa Domîz %70 alîkarî ji ser xelkê kampê hatiye birrîn û bi rêya çend rêxistinên xêrxwaziyê, beşek ji xwarina mehane ji wan penaberan re tê peydakirin.

 

Penaberekî bi navê Bavê Dilo li nav malan hesinan berhev dike û carna li gilêşxana digere daku çend kîloyek hesin kom bike. Zarokên wî hê tênegihiştine çi li serê bavê wan tê daku pêdiviyê wan dabîn bike. Piştî ku erzaq li ser %70 ji penaberên kampa Domîz hatiye birîn, rewşa vê malbatê û gelek malbatên din ên penaber niha xirabtir bûye.

 

Bavê Dilo dibêje ku ew hesinan berhev dike û bi erzanî diforişe, lê ji ber ku erzaqê wan hatiye qutkirin, neçar e ku vî karî bike.

 

Penabera bi navê Heznê jî 6 zarokan xwedî dike ku yek ji zarokên wê astengdar e, erzaqê ku ji aliyê Rêxistina Xwarinê ya Cîhanî (WFP) ve ji bo wan dihat, ji wan re dibû alîkar, lê niha ew jî hatiye birîn.

 

Ji ber tinebûna budceya pêwist Rêxistina Xwarinê ya Cîhanî (WFP) nema karî erzaqan bide hemû penaberên kampê.

 

Li gor piroseya nû her malek erzaq werbigire, dê serê her endamekî malê ji 11 heta 19 hezar dînarî (9 heta 15 dolar ) werbigire, ku tenê li Kampa Domîz 28 hezar û 994 penaber niştecih bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst