AMED - Gundê Gelte bê xizmetguzarî ye

Amed (Rûdaw) - Li berpala Çiyayê Qerejdaxê gundê Geltê yê girêdayî navenda Amedê ji xizmetguzariyên mîrî yên bingehîn bê par e. Gundê ku 40 kîlometir ji navenda Amedê dûr e wekî pêwîst ne elektirîk, ne av, ne jî riya wan heye.

 

Elektirîk yekem car di sala 1982an de hatiye vî gundî, piştî hingê xaniyên ku li gund zêde bûne hemûyan bi derfetên xwe xetên elektirîkê kişandine malên xwe. Xetên destpêkê jî riziyan e. Ev yek dibe sedem ku hem niştecihên gund hem jî ajelên wan bibin qurbanên elektirîkê. Bîrên ber malên xwe vedane jî dema elektirîk diçe nikarin jê sûd wergirin. Herwiha derdorê yekane gund e ku riyên wê nehatiye qîrkirin.

 

Niştecihên gundê Geltê yê girêdayî bajarokê Qulruvî yê ser bi navenda Amedê ve wekî pêwîst ne av, ne elektirîk, ne jî riya wan heye. Digel ku pere û heqê fatûrayên elektrikê jî didin, lê piraniya gundiyan bi derfetên xwe xeta elektrîkê kişandine nav malên xwe.

 

Apê Tehsîn tevî kurê xwe wekî her roj dîsa bi keviran dora dar û rotan dişidînin. Rotên ku li şûna dîregên elektrîkê hatine danîn kurt in, têl sist in.

Tehsîn Karacadag ji Rûdawê re dibêje: "Di sala 1994an de me ev ceyrana/elektirîka kişandiye. Me kir nekir em çiqas çûn-hat ji me re ceyran neanîn. Me rabû bi derfetên xwe xet kişandin. Me têl kirrîn, fîncan kirrîn. Îca têl û xetên ceyrana me li ser dar û kêranên malan e. Nizm e. Dema ba lê dixe, baran lê dixe dikeve. Heywan pê ve dizeliqe. Îca gundî bi me re pevdiçin."

 

Rewşa van xetên elektrîkê metirsiyeke mezin e. Yek ji qurbaniyê nebûna xizmetguzariya elektrîkê jî Metîn e. Ji mirinê bifilite jî çengek xwe ji dest dide.

Niştecihê Gund, Metîn Kûş jî diyar dike: "Sala 2011an bû. Cejna Qurbanê bû. Min û pismamên xwe me li jêrî gund dileyîst. Têlên ceyranê nizm bûn. Niha tu biçî destê te jî digihêjê. Li wir têl ket nav lingên min. Dema min ji nav lingên xwe derxist û wê de avêt piştre di gava min a sêyem de min xwe bera xwar dabû têl hat li min ket. Min çavê xwe vekir ez li nexweşxaneyê me. Min gellek zehmetî dît. Niha ez nikarim di karek de bixebitim. Min dixwend, min dev ji xwendinê berda."

 

Ligel ku niha ev gund girêdayî Şaredariya Rezan a Amedê ye jî heta niha xetên avê nehatiye kişandin. Bîrên ku li ber malê xwe lê xistine jî dema elektrîk qut dibe nikarin jê sûd wergirin. Carna bi guhdirêjan diçin ava kaniyan tînin.

 

Mewlîde Dodikî yek ji rûniştvanên vî gundî ye û dibêje: "Hûn kera me dibînin. Em bi keran bi pêyan avê tînin. Ava me tune ye, em bê av in."

 

Nişteciha Gund, Nûra Nasir jî got: "Li erdê bîr lêxistine, kolan e. Av geh heye, ge tune ye, geh dimiçiqe. Berê ava çem hebû ew jî li ser me çikiyaye."

 

Hedla Kiricî jî da zanîn: "Cil û colên me bi ser hev de dimînin heta ceyran tê. Dema ceyran tê em hîn nû dikarin cil û colên xwe bişon. Avên me ji ku hatiye, avên me tune ye."

 

Heta niha gundiyan çendîn caran serî li saziyên peywendîdar dane, her tim ji wan re gotine ku ew ê di zûtirîn demê de daxwazên wan cîbicî bikin. Lê ev yek pêk nehatiye.

 

Endamê Keyatiya (muxtariya) Gund, Emîn Kûş jî ji Rûdawê re axivî û da xuyakirin: "Em derin qaymeqamiyê, em derin DÎSKÎyê, em derin TEDAŞê. Me dixapînin. Nayên ceyrana me çênakin. Tên têra xwe fatûrayên xwe dibirrin, perên xwe digirin û diçin. Em alîkariyê ji dewletê dixwazin bila bê xetên av û ceyrana me bikişînin. Bila riya me qîr bike. Em jî dixwazin mîna mirovan bijîn."

 

Gundê Geltê ji 65 xaneyan pêk tê. Nifûsa wê derdora 650 hevniştimanî ye. Geltê tenê 40 kîlometir ji navenda Amedê dûr e. Lê di warê xizmetên mîrî de pir pir dûrtir e.