Firokeyên Tirkiyê Başûrê Kurdistan bombebaran kirin

30-08-2016
RÛDAW
Nîşan F16 Avaşîn Basya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Firokeyên şer ên Tirkiyê herêmên Avaşîn û Basya ya ser bi navçeya Şeladizê ya Duhokê bombebaran kirin.

 

Li gorî ragihandina Fermandariya Hêzên Esmanî yê Tirkiyê, 2 firokeyên şer ên cure F16, seet 18:50 û 18:57ê êvariya duşemê, bi tundî baregahên PKKê yên li Basya û Avaşînê bombebaran kirine.

 

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku firokeyan di êrîşê de çend stargeh û kampên PKKê kirine armanc.

 

Hêjayê gotinê ye ku firokeyên şer ên Tirkiyê bi hêceta hebûna kampên PKKê, ji Tîrmeha 2015ê ve sînorên Başûrê Kurdistanê bombebaran dikin.

 

Heta niha gelek bax û baxçe û herwiha daristan ji ber bombebaranan şewitîne. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst