HEWLÊR/BEXDA – Cudabûn an yekgirtin?

Hewlêr (Rûdaw) – Hate zanîn ku di civîna duwem a şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ligel Hevpeymaniya Nîştîmanî ya Iraqê de, behsa paşeroja pêwendiyên Bexda û Hewlêrê hatiye kirin.

 

Çavkaniyeke agahdar ji civîna şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bi serpereştiyiya Nêçîrvan Barzanî û Hevpeymaniya Nîştîmanî ya Iraqê bi serpereştiya Heyder Ebadî ragihand ku di civînê de li ser bigehek nû behsa peywendiyên paşerojê yên Herêma Kurdistanê û dewleta Iraqê hatiye kirin.

 

Çavkaniyê Rûdawê got, “Li gorî vê yekê dê pêwendiyên Herêma Kurdistanê û dewleta Iraqê dê paşerojê de çawa be, çi bê kirin, çi baş e, dikarin wiha berdewam bikin yan na? Eger wiha berdewam nebe alternatîf çi ye? Ev mijar hatin gotûbêjkirin.”

 

Navborî ragihand ku di civînê de li ser mafê çarenivîsê gotûbêj hatiye kirin û herdu aliyan biryar dane mekanîzmayekî ava bikin da ku li ser şêweyê pêwendiyên Bexda û Hewlêrê gotûbêj berdewam bikin.”

 

Petrola Kerkûkê nîv bi nîv

 

Hate zanîn ku di civîna Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî de biryar hatiye dayîn ku petrola Kerkûkê bi rêya xeta Kurdistan-Ceyhanê ve bê hinartin.   

 

Li gorî zanyariyên Rûdawê rêkeftina di navbera Bexda û Hewlêrê de li ser petrola Babagugur a Kerkûkê ye ku beriya niha nîvî ji aliyê hikûmeta Iraqê û nîvê din jî ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve dihate hinardekirin.

 

Bi vê biryarê dê petrola Babagurgur êdî ji bi rêya xeta Kurdistan-Ceyhanê ve bê hinardekirin û dahata wê jî nîv bi nîv bo Bexda û Hewlêrê be.

 

Berpirsê Ragihandina Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Samî Ergûşî derbarê mijarê de ji Rûdawê re ragihand ku di civîna navbera şanda Herêma Kurdistanê û berpirsên Iraqê de bi ti awayî petrola Kurdistanê nehatiye rojevê.

 

Ergûşî diyar kir ku ew nûçeyên ku dibêjin, “Petrola Kurdistanê dê bidin Iraqê û li hember vê bûdceyê werbigrin” ne rast in.

 

Samî Ergûşî da zanîn ku di hevdîtinê de behsa bawerî jê wergitina Wezîrê Darayî Huşyar Zêbarî jî nehatiye gotûbêjkirin.