Bûdce ji Gola Ormiyê re hatiye terxankirin lê haya kesî jê tine!

30-08-2014
RÛDAW
A+ A-
 

Ormiye (Rûdaw) - Serokê Desteya Vejandina Gola Ormiyê ya li Rojhilatê Kurdistanê, Îsa Kelanterî dibêje, çend meh li ser terxankirina bûdceyekê ji bo Gola Ormiyê derbas bûne lê hîn yek tûmen ji wan pereyan negihîştiye desê wan.

 

Îsa Kelanterî ji ajansa ÎSNAyê ya îranî re ragihand ku îsal 467 milyar tûmen (derdora 150 milyon dolar) ji bo vejandina Gola Ormiyê hatiye veqetandin lê bi gotina wî, ji ber brukrasiya îdarî heta niha ew bûdce negihîştiye wan.

 

Kelanterî herwiha got, desteya wan berî mehekê projeyên ku pêwîst e ji bo rizgarkirina Gola Ormiyê bên kirin, radestî aliyên peywendîdar kirine.

 

Bi gotina Serokê Desteya Vejandina Gola Ormiyê, guhertina rewşa niha ya golê bi kêmanî 10 sal jê re divên.

 

Gola Ormiyê di van salên dawiyê de bi awayekê metirsîdar zuha bûye. Li gorî pisporan rêjeya xoya golê du caran ji rêjeya normal zêdetir bûye.

 

Gola Ormiyê, duyemîn gola şor a cîhanê ye ku ji 102 giravên biçûk û mezin pêk hatiye û rûbera wê 570 hezar donim e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst