Pexşan Zengene: Hikûmet bûdcê nade em projeya xwe cî bi cî bikin

30-08-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Sekretera giştî ya Encumena Bilind a Xaniman a hikûmeta Herêma Kurdistanê Pexşan Zengene diyar kir ku wan projeyek bo pêşxistina jinan li Herêma Kurdistanê pêşkêşî hikûmetê kirine lê hikûmet bûdceya cîbicîkirinê nade wan. Hinek saziyên din ên jinan jî li hember karên encumenê bêbawer in.

Sekretera giştî ya encumena bilind a xaniman Pexşan Zengene derheqê projeya pêşxistina jinên başûrê Kurdistanê de ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku wan projeyek berfirek pêşkêşî hikûmetê kirine û wiha axivî: “Ev proje wek stratejiyekê bo hikûmetê ye da ku dest bavêje pirsa jinê.”

Zengene ragihand ku li Herêma Kurdistanê qanûnên baş bo parastina mafên jinan û pêşxistina wan hene lê divê bên cîbicîkirin.

Li ser projeya pêşxistina jinan a encumenê jî Pexşan Zengene got: “Ev proje bi salekê nayê cîbicîkirin çimkî projeyek demdirêj e û dîtina encamp û berhemên wê pêwîstî bi dem heye.”

Sekretera giştî ya encumena bilind a xaniman dilgiraniya xwe li hember cîbicînekirina projeyê anî ziman û da zanîn, hikûmeta Herêma Kurdistanê hinek lêjne bo cîbicîkirina projeyê pêk aniye lê ev proje bi lêjneyan nayê cîbicîkirin û wiha anî ziman: “Hikûmet dibêje bûdce tune da ku em bo cîbicîkirina projeyê lezê bikin.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê 19ê Sibata 2012 stratejiya nehîştina tundiya li dijî jinan pesend kir ku divê hikûmet vê stratejiyê bo heyama 7 salan bike bernameya sereke ya karên xwe di warê pirsa jinan de.

Rêveberê navenda nehîştina tundiyê li dijî jinan li bajarê Silêmaniyê Serkewt Omer derheqê projeya encumena bilind a xaniman de ji Rûdawê re got: “Ev proje tenê bo nehîştina tundiya li dijî jinan nîne lê bo hemû warên jiyanê ye.”

Li gorî Omer, divê encumena xaniman çavdêriya hikûmetê bike da ku wê projeyê cî bi cî bike.

Ji aliyekî din, seroka dezgeha Warvîn a jinan Lence Ebdula ji Rûdawê re diyar kir ku projeya jinan a hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser projeya hikûmeta Iraqê hatiye dariştin û wiha axivî: “Lê ev proje tenê axaftin e, çimkî dezgehên ku bixwazin vê projeyê cî bi cî bikin tu bûdceyek wan nîne.”

Lence Ebdula ragihand ku encumena bilind a xaniman tenê dixwaze bi nivîsandina hinek tiştan ji hikûmetê re bêje ku ew jî kar dikin, çimkî encumen nikare fişarê bixe ser hikûmetê û bi çavekî hizbî li projeyê dinêrin.

Ebdula anî ziman ku ne saziyên jinan ji karên encumena bilind a xaniman agahdar in ne jî encumen ji karên saziyên jinan haydar e û wiha pirsî: “Encumena bilind a xaniman heta niha çiqas li dû cîbicîkirina qanûnên nehîştina tundiya li dijî jinan de çûye?”

Seroka dezgeha Warîn her wiha behsa rapirsiya wê dezgehê jî kir û diyar kir ku li gorî rapirsiyeke wan, “68% jinan” li hember qanûnên taybet ên jinan bêbawer in û wiha got: “Partiyên siyasî encumena bilind a xaniman li gorî berjewendiyên xwe bikar tînin. Mînak, tevgera Gorran beşdarî hikûmetê nebûye lê nûnera Gorranê di encumenê de heye. Ev yanê çi?”

Berpirsa saziya Asûde ya jinan Xanim Rehîm jî li ser projeya encumena bilind a xaniman diyar kir ku bo cîbicîkirina projeyê divê encumen fişarê bixe ser hikûmetê û wiha got: “Lê hêviya min bi cîbicîkirina wê projeyê nîne, çimkî heta niha jî encumena xaniman bêbûdce ye tenê bi nav heye. Vêca dê çawa fişarê bixe ser hikûmet û aliyên din.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst