Li Kerboranê jî nivîsên Kurdî yên li ser rê hatin jêbirin

13 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Kerboran Nivîsên Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî Amed û Wanê li navçeya Kerboranê ya i parêzgeha Mêrdîna Bakurê Kurdistanê jî hişyariyên trafîkê yên bi Kurdî hatin jêbirin.

Şaredariyên di rêveberiya DEM Partiyê de li navçe û parêzgehên Bakurê Kurdistanê li ser rêyên di îdareya şaredariyan de li gel hişyariyên trafîkê yên bi zimanê Tirkî yên bi zimanê Kurdî jî hişyariya “Pêşî Peya” nivîsîbûn.

Lê di van demên dawiyê de ew hişyariyên bi Kurdî yek bi yek tên jêbirin.

Herî dawî îro li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê jî hişyariya “Pêşî Peya” ya bi zimanê Kurdî bi hevahengiya polîsan ji aliyê Rêveberiya Deverê ya Rêyên Bejahî hatin jêbirin û cihê wan hatin boyaxkirin.

Jêbirina nivîsan bû sedema nerazîbûna xelkê navçeyê û berpirsên DEM Partiyê.

Serokê Şaxa DEM Partiyê yê navçeya Kerboranê Abdurrahman Aslan nerazîbûn li hemberî helwesta li dijî zimanê Kurdî  nîşan da û got:

“Zîhniyeta AKP û MHPyê îro li Kerboranê tehemulî du gotinên Kurdî nake.

Hewl dide serê wan boyax bike û jê bibe. Em li gel zihniyeteke wiha ku tehemila wê bo du gotinên Kurdî nîne ne bira ne.

Dibêjin Kurd û Tirk bira ne. Ma ev e biratî ye?”

Pêr jî hişyariyên “Pêşî Peya” û "Hedî" yên li Kolana Elazig  a bajarê Amedê yên  li pêşiya avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatibûn jêbirin.

Herwiha hefteya borî li parêzgeha Wanê jî heman tişt hatibû kirin û li şûna wan hişyariyan gotinên nijadperestî yên bi Tirkî hatibûn nivîsandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst