Li Mêrdînê qeza: 4 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê kamyonek û otomobîlek li hev qelibîn û di encamê de 4 kes birîndar bûn.
Li gorî zanyariyan îro li ser cadeya Rêya Armûşê ya Qoserê otomobîlek û kamyonek li hev qelibîn.
Di bûyerê de 4 kesên di otomobîlê de birîndar bûn.
Li gor Ajansa Fermî ya Tirkiyeyê her 4 kesên di otomobîlê de birîndar bûne xwedî nasnameya “Îraqê” ne û 3 ji wan zarok in.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û wan birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.