Li Mêrdînê qeza: 4 kes birîndar bûn

15 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mêrdîn Qoser Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê kamyonek û otomobîlek li hev qelibîn û di encamê de 4 kes birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan îro li ser cadeya Rêya Armûşê ya Qoserê otomobîlek û kamyonek li hev qelibîn.

Di bûyerê de 4 kesên di otomobîlê de birîndar bûn. 

Li gor Ajansa Fermî ya Tirkiyeyê her 4 kesên di otomobîlê de birîndar bûne xwedî nasnameya  “Îraqê” ne    û 3 ji wan zarok in.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û wan birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst