Li Meletiyê polîsekî 3 kes kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê polîsekî, gule berdan xizmên xwe yên ku kirêciyên wî bûn û 3 kes ji wan kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.
Li gorî zanyariyan îro li Taxa Yavuz Selimê ya navçeya Çirmikê ya parêzgeha Meletiyê di navbera polîsê bi navê Murat B. û kirêciyên wî de ji ber deyn nîqaş derket.
Piştî demek ji nîqaşê, polîs Murat B. demançeya xwe gule berdan xizmên xwe yên kirêciyên wî bûn.
Di bûyerê de 5 kes birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Lê ji birîndaran Abdullah Ç., Şeref Ç. û Gulhan B. ku rewşa wan giran bû tevî hewldanên bijîşkî li nexwşxaneyê canê xwe ji dest da.
Her du birîndarên din ên bi navên K.Ç. û R.Ç. jî li nexweşxaneyê tên dermankirin.
Murat B. piştî bûyerê xwe radestî hêzên ewlehiyê kir û lêkolînên derbarê bûyerê de berdewam dikin.