Li Meletiyê polîsekî 3 kes kuştin

17 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Meletî Kirêcî Polîs Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê polîsekî, gule berdan xizmên xwe yên ku  kirêciyên wî bûn û 3 kes  ji wan kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan îro li Taxa Yavuz Selimê ya navçeya Çirmikê ya parêzgeha Meletiyê di navbera polîsê bi navê Murat B. û kirêciyên wî de ji ber deyn nîqaş derket.

Piştî demek ji nîqaşê, polîs Murat B. demançeya xwe gule berdan xizmên xwe yên kirêciyên wî bûn.

Di bûyerê de 5 kes  birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Lê ji birîndaran Abdullah Ç., Şeref Ç. û Gulhan B. ku rewşa wan giran bû tevî hewldanên bijîşkî li nexwşxaneyê canê xwe ji dest da.

Her du birîndarên din ên bi navên  K.Ç. û  R.Ç. jî li nexweşxaneyê tên dermankirin.

Murat B. piştî bûyerê xwe radestî hêzên ewlehiyê kir û lêkolînên derbarê bûyerê de berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst