Hinek deverên Mêrdînê 15 rojan hatin qedexekirin

18 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mêrdîn Qedexe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Devera Omeriyan a girêdayî navçeya Nisêbînê ya parêzgeha Mêrdîna Bakurê Kurdistanê di bin navê “Hêrêma Taybet a Ewlehiyê” de 15 rojan hat qedexekirin.

Parêzgariya Mêrdînê îro di daxuyaniyekê de ragihand ku li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, gundên Xerabreşk, Talatê, Cibilgirav û Çalê yên devera Omeriyan wekî “Hêrêma Taybet a Ewlehiyê” hatine ragihandin.

Li wan deveran 15 rojan çûnûhatina xelkê qedexe ye û dê çûnûhatin bi destûra parêzgariyê bê kirin.

Li gorî daxuyaniyê qedexe îro dest pê dike û dê heta 13ê Tebaxa 2024an berdewam bike.

Parêzgariyê ji welatiyan xwestiye ku bi ti awayî bêyî destûr neçin wan gund û deverên hatine qedexekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst