Tuncer Bakirhan: Êriş xizmeta dijmintiya Kurdan dikin
Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan derbarê desteserkirina hevserokên DEM Partiyê yên Wanê de got, “Divê ev hewldanên ne hiqûqî yên berdewamiya dijmintiya Kurdan in bi dawî bibin.”
Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê îro polîsên Tirkiyeyê bi ser gelek malan de girtin û di nav de Hevserokên Şaxa DEM Partiyê ya Wanê gelek kes desteser kirin.
Tuncer Bakirhan îro li ser hesabê xwe yê Xê nerazîbûn nîşan da ragihand ku ew paş de gav navêjin.
“Di dijmintiya Kurdan demildest bi dawî bibe”
Bakirhan got, “Doh êrîşa ku li ser avahiya me ya Wanê hat kirin, bi şev bi ser de girtinên malan berdewam kir.
Hevserokên me yên bajêr Veysî Dîlekçî û Gulşen Kurt jî di nav de gelek hevalên me hatin desteserkirin.
Divê ev hewldanên ne hiqûqî yên bi jêbirina nivîsên Kurdî yên li cadeyan û nêçîra govendan dest pê kirin û berdewamiya dijmintiya Kurdan in demildest bi dawî bibin.
Divê hevalên bên berdan. Em vê zîhniyeta faşîst bi ti awayî qebûl nakin.”
“Ev êriş nikarin me rawestînin û bê deng bikin”
Bakrihan diyar kir ku ev êriş ne li dijî DEM Partiyê yan komekê ne, li dijî siyaseta demokratîk û nasname û nêrînên cuda ne û wiha berdewam kir:
“Ev êriş li dijî îradeya gelê Wanê ne. Ev êriş xizmeta dijmintiya Kurdan û cudakariya civakî dikin.
Ev êriş nikarin me rawestînin û bê deng bikin. Em bi ti awayî dest ji doza xwe ya mafdar bernadin.”
Li ber avahiya DEM Partiyê ya Wanê doh bi beşdariya xelkê, girtina welatiyên Kurd ên govend gerandibûn hat protestokirin û govend hat gerandin.
Polîsan bi ser avahiya DEM Partiyê de girt û xelk belav kirin.
Îro demjimêrên sibehê jî polîsan bi ser malên hevserokên Şaxa DEM Partiyê ya Wanê Veysî Dîlekçî û Gulşen Kurt de girtin û her duyan desteser kirin.
♦️Dün Van İl binamıza yapılan saldırı, gece ev baskınları ile devam etti. İl Eşbaşkanlarımız Veysi Dilekçi ve Gülşen Kurt’un da aralarında olduğu çok sayıda arkadaşımız gözaltına alındı.
— Tuncer BAKIRHAN (@tuncerbakirhan) July 30, 2024
♦️Caddelerdeki Kürtçe yazılamaların silinmesi ve halay avıyla başlayan Kürt düşmanlığının…