Hevserokên DEM Partiyê yên Wanê hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê polîsên Tirkiyeyê bi ser gelek malan de girtin û di nav de Hevserokên DEM Partiyê yên Wanê gelek kes desteser kirin.

Li ber avahiya DEM Partiyê ya Wanê doh bi beşdariya xelkê girtina welatiyên Kurd ên govend gerandibûn hat protestokirin û govend hat gerandin.

Polîs bi ser avahiya DEM Partiyê de girt û xelk belav kir.

Îro demjimêrên sibehê polîsan bi ser malên hevserokên Şaxa DEM Partiyê ya Wanê Veysî Dîlekçî û Gulşen Kurt de girt û her duyan desteser kirin.

Herwiha li gorî zanyariyan di operasyona îro de çend kesên din jî hatine desteserkirin.

Kesên ku hinceta desteserkirina wan nehat eşkerekirin polîsan wan birin Rêveberiya Ewlekariya Wanê.

Di rojên dawî de li gelek parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi dehan kes bi hinceta govendên Kurdî û bilindkirina dirûşman hatin desteserkirin û girtin.