Şaredariya Êlihê yekem Xwaringeha Gel vekir: 3 cor xwarin bi 100 lîreyî ne
Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê, li bajêr yekem "Xwaringeha Gel" vekir û ew xwaringeh 3 corên xwarinê bi 100 lîreyên Tirkî dide welatiyan ku dike derdora 3 dolaran.
Şaredariya Êlihê îro “Xwaringeha Gel” li pêşberî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînan a Êlihê vekir.
Xwaringeh li gorî xwaringehên din erzantir xwarinê difiroşe welatiyan.
Li Xwaringeha Gel 3 cor xwarin tenê bi 100 lîreyên Tirkî ne ku dike derdora 3 dolaran.
Xwaringeha Gel 200 kesî ye û rojên nava hefteyê ji demjimêr 12:00 heta 19:00an xizmetê pêşkeşî welatiyan dike.
Rojane xwarin têra 2 hezar kesî tê dayîn û her du rojên dawiya hefteyê xwaringeh girtî ye.
Parlamentera Êlihê ya DEM Partiyê Zeynep Oduncu, Seroka Şaredariya Êlihê Gulistan Sonuk, Hevserokên Êlihê yên DEM Partiyê û hejmarek nûnerên rêxistinên civaka sivîl beşdarî merasîma vekirîne bûn.
Seroka Şaredariyê Gulistan Sonukê ragihand sedema vekirina xwaringehê li hemberî nexweşxaneyê ew e ku mirovên nexweşan sûdê jê bibînin.
Sonukê da zanîn ku ew dê roja Çarşemê jî xwaringeheke din li Êlihê vekin û piştre çû ser tezgeha xwarinê û xwarin li welatiyan belav kir.
Şaredariya Êlihê piştî derdora sê serdaman ji rêveberiya qeyûman 31ê Adara 2024an bi rêjeya ji sedî 64,5ê dengan careke din ket destê DEM Partiyê û Gulistan Sonûk bû Seroka Şaredariyê.