Şaredariya Êlihê yekem Xwaringeha Gel vekir: 3 cor xwarin bi 100 lîreyî ne

11 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Şaredariya Êlihê Xwaringeha Gel
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê, li bajêr yekem "Xwaringeha Gel" vekir û  ew xwaringeh 3 corên xwarinê bi 100 lîreyên Tirkî  dide welatiyan ku dike derdora 3 dolaran.

Şaredariya Êlihê îro “Xwaringeha Gel” li pêşberî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînan a Êlihê vekir.

Xwaringeh li gorî xwaringehên din erzantir xwarinê difiroşe welatiyan.

Li Xwaringeha Gel 3 cor xwarin tenê bi 100 lîreyên Tirkî ne ku dike derdora 3 dolaran.

Xwaringeha Gel 200 kesî ye û rojên nava hefteyê ji demjimêr 12:00 heta 19:00an xizmetê pêşkeşî welatiyan dike.

Rojane xwarin têra 2 hezar kesî tê dayîn û her du rojên dawiya hefteyê xwaringeh girtî ye.

Parlamentera Êlihê ya DEM Partiyê Zeynep Oduncu, Seroka Şaredariya Êlihê Gulistan Sonuk, Hevserokên Êlihê yên DEM Partiyê û hejmarek nûnerên rêxistinên civaka sivîl beşdarî merasîma vekirîne bûn.

Seroka Şaredariyê Gulistan Sonukê ragihand sedema vekirina xwaringehê li hemberî nexweşxaneyê ew e ku mirovên nexweşan sûdê jê bibînin.

Sonukê da zanîn ku ew dê roja Çarşemê jî xwaringeheke din li Êlihê vekin û piştre çû ser tezgeha xwarinê û xwarin li welatiyan belav kir.

Şaredariya Êlihê piştî derdora sê serdaman ji rêveberiya qeyûman 31ê Adara 2024an bi rêjeya ji sedî 64,5ê dengan careke din ket destê DEM Partiyê û Gulistan Sonûk bû Seroka Şaredariyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Li Kerboranê jî nivîsên Kurdî yên li ser rê hatin jêbirin / Wêne: Medyaya civakî

Li Kerboranê jî nivîsên Kurdî yên li ser rê hatin jêbirin

Piştî Amed û Wanê li navçeya Kerboranê ya i parêzgeha Mêrdîna Bakurê Kurdistanê jî hişyariyên trafîkê yên bi Kurdî hatin jêbirin.