Agirekî mezin bi Çiyayê Nizarkê yê Dihokê ketiye

Hewlêr (Rûdaw) - Li Çiyayê Nizarkê yê Dihokê agirekî mezin derketiye û bi dehan donim şewitîn.

Nûçegihanê Rûdawê Nayif Remezan ragihand ku li nav daristana li Çiyayê Nizarkê agireke mezin derketiye.

Nayif Remezan da zanîn ku sedema derketina agir nayê zanînn û agri hîn jî berdewam dike.

Bi gotina nûçegihanê Nayif Remezan tîmên pêwendîdar hewla vemirandina agir didin.

Tê nûkirin…