Li Erziromê ambulans û otomobîl li hev qelibîn: Mirî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Oltiyê ya Erziromê ya Bakurê Kurdistanê ambulans û otomobîl li hev qelibîn, 4 kes mirin û kesek jî birîndar bû.

Otomobîla ku Feyzullah Î.yê 75 salî diajot û ambulansa ku Fatîh K.yê 39 salî diajot li nêzikî gundê Ardosê yê navçeya Oltiyê ya Erziromê li hev qelibîn.

Li ser agahdarkirinê cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê qezayê.

Tîmên tenduristiyê yên ku çûn cihê bûyerê, tesbît kir ku şofêrê ambulansê Fatîh K. û Asiye K. (41) û ji otomobîla din jî Nacihan Î. (70) û Feyzullah Î. (75) mirine.

Herwiha tîmên tenduristiyê teknîsyena tenduristiyê ya ku di qezayê de birîndar bûbû bir Nexweşxaneya Bajêr a Erziromê.

Li aliyê din, Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê jî li ser qezayê daxuyaniyek belav kir.

Wezaretê da zanîn ku di qezayê de 4 kesan canê xwe ji dest daye û ji mirovên wan re sersaxî xwest.

Herwiha wezaretê ji karmenda tenduristiyê ya birîndar re jî şîfa xwest.