Li Mêrdînê bûyera trafîkê: Miriyek, 2 birîndar

30-07-2023
RÛDAW
Nîşan Mêrdîn Şemrex Bûyera Trafîkê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, barhilgirek li barhilgireke din qelibî û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

Li nêzîkê gundê Avgewrê yê Şemrexê li ser rêya Mêrdîn-Amedê barhilgirekê ji paş ve li barhilgireke din da û di encamê de S.G. yê 35 salî canê xwe ji dest da û M.K. yê 18 salî û A.K. yê 18 salî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristî û polîs ji bo cihê bûyerê hatin şandin.

Her du birîndar ji aliyê tîmên tenduristiyê ve bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê hatin veguhestin.

Termê S.G. jî ji cihê asê mabû hat derxistin û bo morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê hat veguhestin.

Li gor amarên fermî ku Hezîrana îsal hatine belavkirin, ji destpêka 2023an ve li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 257 hezar û 373 bûyerên trafîkê çêbûne.

Di wan bûyeran de hezar û 345 kesan canê xwe ji dest daye û 159 hezar û 235 kes jî birîndar bûne.

Sala derbasbûyî 485 hezar û 48 bûyerên trafîkê li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê çêbûbûn û di wan bûyeran de 2 hezar û 282 kesan canê xwe ji dest dabû û 291 hezar û 151 kesên din jî birîndar bûbûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst