HAT NÛKIRIN - Li Qersê otobusek ji kendal ket: 7 kes mirin, 22 kes jî birîndar in

30-07-2023
RÛDAW
Nîşan Qers Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qamûşanê ya parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê otobuseke rêwiyan ji kendalekî ket û li gor zanyariyên destpêkê 7 kesan canê xwe ji dest da û 22 kes jî birîndar in.

Li gundê Karakurtê yê Qamûşanê, otobuseke rêwiyan a ku ji Erzeromê ber bi Qersê ve diçû, piştî ku di ser pirekê re derbas bû ji rê derket û ji kendalekî 50 metreyî ket.

Li gor zanyariyên destpêkê di encama bûyerê de 7 kesan canê xwe ji dest da û 22 kes jî birîndar in.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, tîmên rizgarkirinê û hêzên ewlehiyê çûne cihê bûyerê.

Kar û xebatên rizgarkirina birîndaran berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst