Tirbespiyê - Komeleya Warşînê 2 hezar masî berdan bendava Maşoqê

30-07-2023
Hisên Omer
Jîngehparêz hewl didin berhema masiyan zêde bike
Jîngehparêz hewl didin berhema masiyan zêde bike
Nîşan Komeleya Warşîn Masî Bendava Maşoqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Warşînê ya Ji bo Jîngehê 2 hezar masiyên hûr berdan nav ava bendava gundê Maşoqê yê li Rojavayê Kurdistanê.

Bendava gundê Maşoqê li devera Tirbespiyê ya Rojavayê Kurdistanê ye.

Ev bendav sala 1980yî hatiye avakirin, şiyana wê ya civandina 700 hezar metrekup av heye.

Ew 15 kîlometreyan li bakurê rojhilatê Tirbespiyê ye û ava xwe ji çemên Maşoq, Dêrûna Qulinga û Babasiyê werdigire.

Komeleya Warşînê ya Ji bo Jîngehê 2 hezar masî berdane nav ava bendavê.

Rêveberê Komeleya navborî ji Rûdawê behsa armanca vê projeyê kir.

Rêveberê Warşînê Serbaz Hiso got ku wan plan heye ku masiyan berdin hemû bendavên li herêma Cizîra Rojavayê Kurdistanê.

Komeleya Warşînê ya Ji bo Jîngehê, ji bilî projeyên zêdekirina masiyan li bendavên herêmê, projeyên çandina daran jî cîbicî dike.

Çavkaniyeke ji gundê Maşoqê ji Rûdawê re got, berê tenê Erebên Mexmûrî sûd ji ava Bendava Maşoqê werdigirt û hikûmeta Sûriyeyê rê nedida gundiyên resen ku avê bi motoran ji bendavê derînin.

Heman çavkaniyê anî ziman ku Rêveberiya Xweser jî rê nade gundiyan da motoran ji bo avdana zeviyên xwe li gola bendavê bi kar bînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst