Li Bazîdê li ser “şûnwarê Keştiya Nûh” konferansek hate lidarxistin

30-07-2023
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Keştiya Nûh Bazîd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê li ser “şûnwarê Keştiya Nûh” konferansek hat lidarxistin.

Çiyayê herî bilind ê Kurdistanê Çiyayê Agiriyê ye û li parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê ye.

Tê gotin ku ev şûnwarê Keştiya Nûh e û keştî di dema tofanê de li ser vî çiyayî rawestiyaye.

Ji bo lêkolîna vê yekê bi beşdariya çendîn zanyarên biyanî û navxwe 29ê Tîrmehê “5emîn Konferansa Navneteweyî ya Lêkolîna Arkeolojîk a Şûnwarê Keştiya Nûh” li navçeya Bazîdê hat lidarxistin.

“Paşeroja hemû mirovahiyê ye”

Zanyarê Çînî Yuen Man Fai li ser şûnwarê Keştiya Nûh anî ziman:

“Zanyarên Çînî jî li ser vê yekê lêkolînan dikin û em piştgiriyê didin lêkolînên bi vî awayî. Ji bo ku di demeke nêzîk de navendeke lêkolîna vê mijarê were avakirin em dê xebatên xwe bidomînin. Ji ber ku ev paşeroja hemû mirovahiyê ye.”

Ev konferansa ku ji aliyê kompanyayeke taybet ve hatiye organîzekirin, ji bo pisporên gelek welatan dibe cihê hêviyê.

Li gor hemû tomarên olî û dîrokî li cîhanê tofanek çêbûye û piştre jiyanê bi zindiyên di keştiya Nûh de ku ji tofanê rizgar bûne berdewam kiriye. Lewra piştrastkirina vê yekê ji bo hemû mirovahiyê girîng e.

Zanyarê Polandî Rev Roman Piwowarczyk jî got, “Berdewam dema em bi siyasetmedarên Polandê re dicivin ji me dipirsin, karê we temam bû? Hûn gihîştin wan şûnwaran? Lê bersiva wan her nepêkan bû.”

Li gor hinek tomaran Keştiya Nûh di tofanê de li ser Çiyayê Agiriyê rawestiyaye û li gor hinekan jî Keştiya Nûh li ser Çiyayê Cudiyê yê parêzgeha Şirnexê rawestiyaye.

Ji bo mirovahiyê gelekî girîng e

Li her du cihan jî şûnwarê ku xelkê navçeyê pê bawer in cihê keştiya Nûh e hene.

Piştrastkirina vê mijarê ji bo mirovahiyê gelekî girîng e. Eger ev yek piştrast bibe, dê derkeve holê ku mirovahiyê piştî tofanê ji Kurdistanê dest bi jiyanê kiriye û mirov ji Kurdistanê li cîhanê belav bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst