100 şehîdên Enfala Barzaniyan têne vegerandin

Hewlêr (Rûdaw) - Îro Şemiyê biryar e rûfatên 100 şehîdên enfalkirî yên Barzan bi rêya Firokexaneya Hewlêrê bêne vegerandin.

Qaymeqamê navçeya Mêrgesorê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, cenaze dê sibe Yekşemê li Barzan bi axê bêne spartin.

Qaymeqamê Mêrgesorê Xefûr Ehmed Siwar ragihand, cenaze dê bi merasîmekê werin pêşwazîkirin û li Barzan werin veşartin.

Li gorî agahiyên Rûdawê, di merasîma li Firokexaneya Hewlêrê de dê Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwas Fayiq amade bin.

Rûfatên şehîdên enfalkirî yên Barzaniyan di gorên bikom yên biyabanên Erer a li başûrê Iraqê hatibûn dîtin.

Di dîroka 31.7.1983an de Komara Iraqê di pêlekê de 8 hezar Barzanî yên di komelgehên bi zorê niştecîkirî yên li Quştepe, Behirke, Diyana û Herîrê enfal kirin.

Piştî sala 2003an li biyabanên Erer rûfatên 596 Barzaniyan hatin dîtin û di du demên cuda de hatine vegerandin bo Barzan û li Goristana Enfala Barzaniyan de bi axê hatine sipartin.

Rejîma Sedam Hisên di sala 1983an de proseya enfala Kurdan bi enfalkirina 8 hezar Barzaniyan dest pê kir.

Di 39emîn salvegera Enfala Barzaniyan de, Rûdaw behsa sê qurbaniyên Enfalê dike ku wê demê ji destê rêjîma Beas a Iraqê rizgar bûne û bûne şahidê rojeke reş ji bo Kurdên Başûrê Kurdistanê.

Ji malbata Yehya Mehmûd 35 kes hatin enfalkirin, tevî bav, du bira û pismamên wî. Yehya Mehmûd 14 salî bûye dema ku rejîma Beas di sibeha 31ê Tîrmeha 1983an de Quştepe dorpêç kirin.

Rizgarbûyê Enfalê Yehya Mehmûd got, “Wan gazî şêniyên Quştepeyê kirin, ew ên bi xwe çûn, çûn, yên din bi zorê ji malên xwe hatin derxistin. Ez 14 salî bûm, min xwe di nava dolabekê de veşart, her çend li min geriyan jî lê wan ez nedîtim. Bavê min û du birayên min wê rojê ji bo anîna simaqê çûbûne Barzan, xebera wan ji tiştekî nebû, ew heman rojê vegeriyan û li xala kontrolê ya Quştepeyê hatin girtin û ew jî birin.”

Rizgarbûyê Enfalê Yehya Mehmûd anî ziman, “Ez van goran her yekî wek ên merivên xwe dibînim, bavê xwe, birayê xwe, pismamê xwe dihesibînim, tu ferqa yên çep û rastê nîne, diçime ber kîjan gorê duayan li ser dixwînim.”

Asya Teyûb 24 salî bûye dema ku hevjînê wê Remezan Abdullah di Enfalê de hat kuştin. Tenê çar roj piştî roja herî xirab a ku Baasê ser bi wê de anî, bi fen û fûtan wisa lê kirin ku deng bide wan.

Asya Teyûb got, “Min digot qey forma xwarinê ye, min ji ku dizanibû ku ya dengdanê ye, ez nexwendewar im, ji ber zikê keç û kurên xwe yên birçî, min ev yek kir, şikur xelkê Hewlêrê alîkariya me kirin ku em zarokên xwe bi serbilindî mezin bikin.

Kasetek 39 sal in bûye sebr û aramiya Ebabekir Mihemed ku dengê birayê wî yê li Quştepe ye ji bo birayê xwe yê Pêşmerge şandiye. Bav, du bira û sî merivên wî yên nêz di Enfalê de hatin qetilkirin.

Ebabekir Mihemed behsa wan rojan kir û got, “Merivên me kasetek tomar kirin, negihîşt min, Sedam dest bi Enfalê kir û me di televizyonê de dît, got “min Barzanî şandine dojehê” Ez wê demê Pêşmerge bûm li Zêwe ya Îranê û ji wir hatime Barzan, min otomobîlek şande pey dayika xwe. Dayika min hat û got, kurê min, kes nema, tenê ev kaset bi emanetî dane min ku bidime te. Ji wê rojê ve axavtina birayê min bûye sebr û aramî ji bo min, kêm roj hene ku ez guhê xwe nedimê.”

Her duyan jî gorên komî li çola parêzgeha Semayê kolane, berî ku qonaxa sêyem a rûfatên Barzaniyan bigihêje wan, cilên wan vegerandin Muzexaneya Enfalê ya Barzanê.

Kurê kesekî ku hatiye enfalkirin Rêbwar Ramazan anî ziman, “Dema tu diçî wê çolê ku te gulebaran jî nekin, toz û germa wê dikuje, em çûn gorên komî bikolin lê tiştê ku me şok kir, dîtina zarokekî di hemêza diya xwe de bû ku bi saxî hatibûn binaxkirin. Di cihekî rûberekî 8 metreyî de 172 keleser hatine dîtin. Ew çola ji bo me kabûs e.”

39emîn salvegera Enfala Barzanî wek sala 2005an ku rûfatên 503 kesan ji çolên Semaweyê hatin vegerandin û wek sala 2014an ku rûfatên 93 kesan ji çolan hatin vegerandin dibe. Ji bo îsal 100 gorên nû hatine amadekirin, bi vê yekê bi giştî dê 696 gor di Goristana Enfala Barzaniyan de hebin.