Perestyarê di Çemê Miksê de wenda bû, 50 roj in nehatiye dîtin

30-07-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Berwariyê ser bi parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê, xebatên lêgerîna perestyarê ku 11ê Hezîranê di Çemê Miksê de wenda bû bi tîmeke 130 kesî berdewam in.

11ê Hezîranê li nêzîk gundê Bêdarê yê Berwariyê, dema fermanberên tendirustiyê li ber Çemê Miksê seyran dikirin, lingê perestyara bi navê Halime Timurtaş şemitî û kete nav çem. Hevalê wê yê perestyar Eyup Guneş jî ji bo Halime Timurtaş ji nav çêm derxîne xwe avêt nav çêm, lê nikaribû derketa û bi avê re herikî.

Halime Timurtaş ji çêm hatibû derxistin, lê tevî midaxeleyan canê xwe jidest dabû. Ji bo dîtina Eyup Guneş jî heman rojê xebatên lêgerînê hatibûn destpêkirin.

Xebatên lêgerînê 50 roj in berdewam in, lê heta niha ti encamak derneket û Guneş nehat dîtin. Xebatên lêgerînê ji aliyê 130 kesên pispor û polîsên binavê yên ji parêzgehên Wan, Xarpêt û Sêrtê berdewam dikin. Xebat li derdora Pira Miksê, gundê ÇemêHecîMihemed ê Hîzana Bedlîsê, Gola Bendavê ya Çetin û herêmên zinar û dar lê zêde ne yên di nav çem de berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst