PAKê bûyera 33 Guleyan bibîr anî; Ti komkujî dê nikaribe rê li ber doza azadiyê bigire

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi boneya 79eîn salvegera bûyera 33 Guleyan ew komkujiya li dijî Kurdan bibîr anî û dibêje: “Di 79emîn salvegera bûyera 33 Guleyan da jî, di hişmendiya dewleta Tirkiyê de ti guhertin çênebûye.”

Komkujiya 33 Guleyan navê bûyerekê ku tê de di 30ê tîrmeha 1943an de bi fermana Mustafa Muglali li navçeya Qelqelê ya Wana Bakurê Kurdistanê 332 gundî hatin kuştin.

PAK di peyama xwe de dibêje “Di 79emîn salvegera bûyera 33 Guleyan de , em careke din van hemû qetlîamên ku li Kurdan hatine kirin şermezar dikin û dibêjin ti qetlîam dê nikaribe rê li ber doza azadiya gelê me bigire.”

Daxuyaniya PAKê wiha ye:

“Di 79emîn salvegera bûyera 33 Guleyan de jî, di hişmendiya dewleta Tirkiyê da ti guhertin çênebûye.

Di Tîrmeha 1943 de li navçeya Qelqelê ya Wanê bi hinceta ku qaçaxçîtî kirine 40 gundî tên desteserkirin. Dadgeh 5 ji wan digire û yên din serbest berdide.

Serleşkerê Ordiya 3yemîn a Dewleta Tirkiyê Mustafa Mugllalî vê biryara dagehê hezim nake û şeva 30yê Tîrmeha 1943yan bi îdîaya ku qaçaxçîtiya heywanan kirine, di nîvê şevê de davêje ser malan û ji wan gundiyên ku dadgehê wan serbest berdabûn, ango 33 gundiyên bê sûc û bê guneh digire dibe Geliyê Sefo dest û çavên wana girêdide, bi fermanekê li wê derê wan gulebaran dike.Yek jê bi saxî difilite, 32 kes têne kuştin.

Herçend ew kesê ku bi birîndarî rizgar bibû bûyerê digihîne meqamên berpirs jî, mixabin tu encam jê nayê girtin.

Ev bûyera ku bi awayekî ser lê tê girtinê, di salên pêş de ji aliyê hinekî parlamenteran ve tê rojevê. Li ser pêşniyariya van parlamenteran lêpirsîn li TBBMye (Meclîsa Tirkiyeyê) tê qebûlkirinê. Di derbarê berpirsên leşkerî û sivîl de lêpirsîn destpê dibe. Di doza leşkerî ya ku hemî bersûc têdene de, Orgeneral Muglalî li xwe mukur tê û dayîna emrê gulebaran kirinê qebûl dike. Ji ber temenê wî yê zêde cezaya wî tê kêm kirin û bi 20 sal cezaya hepsê tê cezakirin. Lê dadgeha Leşkerî dozê xira dike; lê hêj cara duyem doza nû destpê nake Orgeneral Muglalî di (71 salî) ya xwe de di 11 Berfanbar a1951de di hepisxanê de dimire. Ev mijara ku di 12 Sibat a 1956 û 25ê Sibat a 1956 di Meclîsa Tirkiyeyê de tê rojevê, li ser rapora Komîsiyona Lêpirsînê û hevdîtina Meclîsê ji ber derbasbûyîna demê û qanûnên cûrbecûr yên efûyê doz tê girtin.

Ev înfaza ku bêyî ku tu biryara mehkemeyekê hebe hatibû kirin, ku di dîrokê de wek bûyera 33 Guleyan tê binavkirin, di dîroka Dewleta Tirkiyeyê de ne ya yekem û ne jî ya dawiyê ye ku gelê Kurd rû bir û bûye.

Ti Berpirsekî Dewleta Tirkiyeyê yê ku bê ku ferqê bixe navbeynê zarok jin, kal û pîran, bi dehhezaran Kurd,di şikeftan de şewitandine, serjêkirine, kuştine, ji ber van kiryarên xwe nehatine darizandinê, nehatine cezakirinê.

Birêveberên Dewleta Tirkiyeyê ku hêza xwe ji van bûyeran girtine, bi heman awayê vê rêbazê domandinin.

Bê pirs û bê mehkeme, bi emrê Serleşkerê Ordiya 3yemîn Orgeneral Mustafa Muglalî qetliyama 32 gundiyên navçeya Ozalp a Wanê jî tekerur û berdewamiya siyaseta Dewleta Tirkiyeyê ya înkar û ji holêrakirinê ye.

Çi heyfe ku, Dewleta Tirkiyeyê piştê bûyera 33 Guleyê jî bi awayên cûrbecûr siyaseta pişaftin, înkar û jiholêrakirinê domandiye û ji alî Dewleta Tirkiyê ve,  rê ji kuştina bi hezaran Kurdan ra, ji hezaran şewitandin, rûxandin û valakirna gundan ra hatiye vekirin.

Di Robozkê da, ji aliyê Dewleta Tirkiyeyê ve kuştina 33 ciwanên Kurdan jî, di eslê xwe da dubare kirina bûyera 33êyan  ya di sala 1943yan da rû dabû ye.

Di 79emîn salvegera bûyera 33 Guleyan da , em careke din van hemû qetlîamên kul i Kurdan hatine kirin şermezar dikin û dibêjin, tu qetlîam dê nikaribe rê li ber doza azadiya gelê me bigire.”