Li Xaneqîn DAIŞê êrîşî Artêşa Iraqê kir

Hewlêr (Rûdaw) - DAIŞê êrîşî xaleke pişkinînê ya Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî li Xaneqîn kir, di encama wê êrîşê de serbazek hatiye kuştin û 4 serbazên din birîndar bûne.

Nûçegihanê Rûdawê li Xaneqînê ragihand, “şeva bihorî derange şevê çend çekdarên DAIŞê li nêzîkî gundê Şêrk êrîşî baregeha Fewca 2 ya Artêşa Iraqê kirine, şer çêbûye û di encama şer de serbazek bi navê Heyder Tahir Hesnawî hatiye kuştin û 4 serbazên din birîndar bûne.”

Alîkarê Rêveberê Asayişa Kokisê, Şemal Ebdulrehman ji Rûdawê re ragihand, “dema ku hêzeke din a Artêşa Iraqê bo alîkariyê diçû cihê cihê êrîşê, bombek bi hamereke hêzên Iraqê de teqiyaye û ew wesiyata serbazî hatiye têşikandin.”

Gundê Şêrk ser bi qezaya Xaneqînê ve ye û dikeve sêguşeya navbera Xaneqîn-Kokis-Gulaleyê.

Ew demeke dirêj e ku DAIŞê êrîşên xwe bo ser hêzên ewlehiyê yên Iraqê, bi taybet li navçeyên Kerkûk, Selahedîn, Diyale, Enbar û derdora Bexdayê zêde kiriye û di wan êrîşan de hejmarek berpisên pilebilind ên serbazî yên Iraqê hatine kuştin.

Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê ragihandiye, şeva Sêşemê Emîd Rukin Ehmed Ebdulwehab Lamî, Fermandarê Lîwaya 29 a Firqeya 7 a Artêşa Iraqê di dema operasyoneke li dijî grûpeke terorîstî li qezaya Hît hatiye kuştin.

Wezareta Berevaniya Iraqê jî roja 17ê vê mehê ragihandibû, Fermandarê Lîwaya 59 a Bejayî, Emîd Rukin Elî Hemîd ji aliyê çekdarên terorîst ve li navçeya Bin Sînay a ser bi bajarokê Tarimiye ya Bexdayê hat kuştin.

Ji ber zêdebûna liv û tevgerên DAIŞê li sînorê çend parêzgehên Iraqê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya herêma Kurdistanê, hêzên Iraqê meha bihorî operasyonek di çar qonaxan de li dijî wê rêxistinê pêk anî.