Xwîşkên cêwî yên Kurd di bakalorya Sûriyê de serkeftin

Hewlêr (Rûdaw) - Encamên bakalorya Sûriyê diyar bûn û li Qamişlo 2 keçên cêwî, ji 240 dereceyan Dîlan Mihemed Xêr Derwîş 236 û Şîlan Mihemed Xêr Derwîş 234 derece bidest xistin.

Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê 46 xwendekarên keç û kur dereceyên bilind di bakaloryayê de bi dest xistin û Qamişlo li ser asta Sûriyê bû yekem.

Her li Qamişlo 2 keçên cêwî, ji 240 dereceyan Dîlan Mihemed Xêr Derwîş 236 û Şîlan Mihemed Xêr Derwîş 234 derece bidest xistin.

Dîlan Mihemed Xêr Derwîş û Şîlan Mihemed Xêr Derwîş bûn mêvanên bultena nûçeyan a taybet bi Rojavayê Kurdistanê û behsa xebata xwe ya bo bakaloryayê û serkeftina xwe kirin.

Dîlan Mihemed dibêje di wê proseyê de malbat û kesûkaran jî piştevaniya wan kir û got, “Ez em gelek westiyan û Xwedê jî zehmeta me li erdê neda û encama me dixwest me anî.”

Dîlan diyar dike, “Rojê carna 8 û carna jî 13-14 demjimêran em dixebitîn û me dixwend” û tekez dike, “armanca me her ew bû em dereceyeke baş werbigirin.”

Şîlan Mihemed jî ragihand ku ew dixwazin bibin bijîşk û got ku ew dê “li gel Dîlanê bi hev re li Şamê” doktoriyê bixwînin.

Herwiha xwendekarekî Kurd ê bi navê Yûsif Ebdulhemîd Derwîş jî di bakaloryayê de ji 240 dereceyan, 236.9 bidest xist.

Yûsif Ebdulhemîd Derwîş ji bajarê Dirbêsiyê ye, tevî ku dibistanên bakaloryayê li Dirbêsiyê nemane, lê bi hewl û piştgîriya malbata xwe karî dereceya 236.9 ji 240 bidest bixe û bi vê yekê deriyê hemû beşan li ber vedibe.

Encamên bakalorya Sûriyê yên beşên Zanistî, Wêjeyî, Pîşeyî, Pîşesazî û Bazirganî îro diyar bûn.

Wezîrê Perwerdehiya Sûriyê Îmad El Ezib ragihand, ku di beşê zanistî de 89 hezar û 595 derketin û rêjeya wan %71.87 e. Di beşê wêjeyê de 76 hezar û 3 xwendekar derketin ku rêjeya wan %60.21 e.

Wezîrê Perwerdehiya Sûriyê aşkere kir ku îsal rêjeya serkeftina xwendekaran ji sala par bi rêjeya %3.92 zêde bû, ew jî ji ber asankariyên ku di pirsyarên ezmûnên de ji ber nexweşiya Coronayê pêşkêş kirin.