Amnesty: Nêzîkî 2000 zarokên Kurdên Êzidî bi nexweşiyên derûnî ketine

30-07-2020
RÛDAW
Nîşan Kurdên Êzidî Şingal DAIŞ Amnesty
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêkxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty International) lêkolînek li ser wan zarokên Kurdên Êzidî kiriye ku di destê DAIŞê de bûn û paşê rizgar bûne û dibêje, hêj hejmareke zêde ya Êzidî û kêmîneyên olî ji kabûsa DAIŞê rizgar nebûne.

Raporta Amnesty ku di 56 rûpelan de hatiye amadekirin, behsa wê yekê dike ku nêzîkî 2000 zarokên Kurdên Êzidî piştî ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûne revandin û paşê hatibûne rizgarkirin û vegeriyane malên xwe, niha rastî pirsgirêkên mezin ên tendirustiyê û derûnî bûne.

Raporta Amensty bi navnîşana “Desthilatdariya terorê: Êşa zarokên rizgarbûyî yên destê DAIŞê” hatiye belavkirin û behsa astengî û zehmetiyên zarokên Kurdên Êzdî yên ku ji destê DAIŞê rizgar bûne dike.

Amnesty daxwaz dike, cudakirina bi zorê ya dayikan û wan zarokan were bidawîkirin, ku ji encama destdirêjiya çekdarln DAIŞê ji dayik bûne, herwiha daxwaz dike eger dayikên wan zarokan li derveyî welat in, zarokên wan ji bo cem wan bêne vegerandin.

Li gor wê raportê, di navbera sala 2014 û sala 2017 de, DAIŞê li dijî Kurdên Êzdî li Şingalê û derdora wê, gelek tawanên şer û tawanên li dijî mirovahiyê encam dane.

Raporta Amnesty International bi hûrgilî behsa rewşa jiyana 1992 zarokên êzidî dike, ku bo nav malbatên xwe hatine vegerandin lê belê ji ber ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn îşkencekirin, bi zorê şer bi wan dane kirin û destdirêjî jî li wan hatiye kirin, niha tûşî nexweşiyên derûnî bûne û hêj ji dest êşên laş dinalin.

Amnesty dibêje, çend zarok ku ji dest DAIŞê hatine rizgarkirin, bi awayekê hatine îşkencekirin, ku şûna birînan li ser laşên wan bûne nîşan û hinek ji wan felc bûne, herwiha ew zarok tûşî pirsgirêkeke mezin a mejî û hiş jî bûne.

Li gor raporta navborî, ew zarok tûşî çend nexweşiyên weke strêsa piştî şokek mezin, nerihetî û xemgîniyeke giran bûne, nîşana wan nexweşiyan jî di reftara wan a rojane de tê dîtin, gelek tund tevdigerin, rojên nexweş tên bîra wan, tûşî kabûsan dibin û xwe ji civakê dûr digirin.

Cîgirê Rêveberê Beşa Rûbirûbûna Krîzan di Rêxistina Lêborîna Navdewletî de, Mat Wêlz ragihandiye, heya niha jî ew zarok zehmetiyan dikşînin, pêwîstiya wan bi alîkariya bilez a berpirsên Iraqê û civaka navdewletî heye.

Mat Weles dibêje: “Heta kabûsa berê di hizra wan de bimîne, ew zarok ji êş û zehmetiyan rigzar nabin.”

Wels tekez dike: “Piştî tirs û tirsandineke zêde ya bi sedema şer û di wê temenê biçûk de, niha pêwîstiya wan bi alîkariya desthilatdarên Iraqê û civaka navdewletî heye, ji bo ku paşeroja xwe ava bikin.”

DAIŞê di 3ê Tebaxa 2014 de êrîşî Şingalê û derdora wê kir, di wê êrîşê de DAIŞê 6 hezar û 417 kes revandin, ku heta niha 3 hezar û 530 kes ji wan hatine rizgarkirin, lê çarenivîsa 2 hezar û 887 kesan hêj nediyar e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst