Parêzgarê Amedê: Hemwelatî pabendî rênimayan nabin

30-07-2020
RÛDAW
Nîşan Parêzgarê Amedê Munir Karaloglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Amedê Munir Karaloglu bal kişande ser rewşa dawî ya belavbûna koronayê û wî jî bar avête ser milê hemwelatiyan û got, ew pabendî rênimayan nabin.

Parêzgarê Amedê Munir Karaloglu di civînekê de rêkar û rênamiyên ku dê di rojên Cejna Qurbanê de ji bo xweparastina ji vîrusa koronayê bên cîbicîkirin aşkere kirin.

Karaloglu her wiha da zanîn ku encamên pişkinîna hinek hemwelatiyan pozîtîv derketiye lê tu nîşanên nexweşiya koronayê li ser wan nînin, ji bo ew kes nebin sedema belavbûna vîrusê di malên wan de têne karantînakirin.

Parêzgarê Amedê dibêje, hinek welatî pabendî karantînayê nabin. Li şûna ku di mala xwe de bimînin, derdikevin derve. Diçin bazar û molan û li minîbûs û otobûsên giştî siwar dibin. Ji bo çavdêrîkirina vê pirsê ewê yekîneyên çavdêriyê ji hêzên ewlekariyê ava dikin û bişopînin û çavdêrî bikin ka nexweşên koronayê xwe karantîne dikin an na.

Munîr Karaloglu dibêje, kesên ku pabend nabin dê “bi 3 hezar û 150 lîreyan werin cezakirin. Ji ber ku niha metirsiya me ya herî mezin ev e: Tûşbûyên koronayê xwe li malê karantîne nakin. Wekî din em dixwazin di vê cejnê de bila welatiyên me çûna xwe ya ji bo goristanê paş bixin. Kesên ku dê biçin goristanê jî bila ji hev dûr bin û pabendê rêkaran bin.”

Herwiha parêzgarê Amerê aşkere kir, “ji îro pê ve em dê kêla navxwe jî digirin. Lewra ew der jî dema cejnê dibe cihek gelek qelebalix û em nikarin bi bergirî û hişyariyan rê li ber qelebalixiya kêla navxwe bigirin. Lewma kêla navxwe digrin. Herwiha em pêşniyar dikin ku welatiyên me yên ji 65 salî mezintir bila neçin nimêja îniyê û bila ji cihê serjêkirina qurbanan dûr bin.”

Li gor dawîn amarên fermî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê heta niha 228,924 kes tûşî vîrusa koronayê bûne û ji wê hejmarê jî 5,659 kesan canê xwe ji dest dane û 212,557 kes jî piştî wergirtina çareseriya pizîşkî ji wê nexweşiyê baş bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst