Parlamento biryarê li ser nasandina komkujiya Kurdên Êzidî dide

Hewlêr (Rûdaw) – Seroka Parlamentoya Kurdistanê, ji bo dengdana li ser destnîşankirina roja 03.08.2014 weke Roja Komkujiya Kurdên Êzidî, bang li parlamenteran kir ku bo rûniştina hejmara du ya neasayî kom bibin.


Roja 3ê meha bê 5 sal bi ser dagirkirina Şingalê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve, derbas dibe ku ji ber cudahiya olî bi hezaran Kurdên Êzidî hatibûn kuştin, zêdetirî 6 hezar keç, jin û zarok hatibûn revandin û bi deh hezaran jî ji cih û warên xwe aware bûbûn.


Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayîq daxwaz ji parlamenteran kir ku roja Pêncşemê (01.08.2019) amade bin bo rûniştina li parlamentoyê.


Di daxuyaniya hatiye belavkirin de, di wê rûniştina parlamentoyê ya neasayî de, li ser destnîşankirina roja 3ê Tebaxê weke Roja Komkujiya Kurdên Êzidî, dengdan dê pêk were.


Li Şingalê ku roja 3ê Tebaxa 2014an ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hat dagirkirin, bi hezaran Kurdên Êzidî ji aliyê çekdarên wê rêxistinê ve hatin komkujkirin û bê serûşûnkirin, bi hezaran kes ji ber xilaskirina canê xwe ji destê wê rêxistinê, reviyan bo Çiyayê Şingalê û aware bûn bo navçe û bajarên din ên Kurdistanê. Herwiha bi hezaran keç û jinên Êzidî ji aliyê çekdarên wê rêxistinê ve hatin revandin û kenîzekirin ku ev ji aliyê Kurdên Êzidî ve weke ‘kirêttirîn tawan’ tê pênasekirin.


Li gor amarên herî nû yên Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzdî; Ji 550 hezar Kurdên Êzidî, 360 hezar kes li kampên penaberan ên li Herêma Kurdistanê û derveyî kampan dijîn. 100 hezar Kurdên Êzidî weke penaber li derveyî welat dijîn. 40 hezar Kurdên Êzidî li Şingalê ne û 50 hezar jî li derveyî Şingalê dijîn. Heta niha 72 gorên bikom ên Kurdên Êzidî hatine dîtin ku 6 ji wan hatine vekirin. 68 mezargeh û  cihên ayînî yên pîroz ên Kurdên Êzidî hatine rûxandin. 6 hezar û 417 keç û jinên Êzidî ketine destê DAIŞê û heta niha 3 hezar û 487 ji wan hatine rizgarkirin. Çarenivîsa 2 hezar û 930 Kurdên Êzidî yên ku hatibûn revandin ne diyar e.


Roja 12.11.2015an bajarê Şingalê ji aliyê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ve hat rizgarkirin. Lêbelê piştî rûdanên 16ê Cotmeha 2017an bi vekişîna Hêzên Pêşmerge, çekdarên Iraqî li wê navçeya Kurdistanê bicih bûn ku ev jî bû sedema careke din awarebûna beşeke Kurdên Êzidî.


Li gor gotinên Rêveberê Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Kurdên Êzidî ji destê DAIŞê, Husên Qaîdî, ji ber hokarên; Hebûna grûpên çekdar ên ne yasayî, heyîna beşeke zêde ya mayîn û teqemeniyan ku heta niha jî nehatine paqijkirin, avadannekirina navçeyê, ne aramiya li nav Şingalê û hatina awareyên Ereb bo gundên nêzikî Şingalê, Kurdên Êzidî venagerin bajarê xwe.