‘Ger bilêvkirina Kurdistanê sûc be padîşahê Osmaniyan sûcdarê herî mezin e’

30-07-2018
Mehdî Mutlu
Mehdî Mutlu
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Zarok TV RUTUK Kurdistan
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Televîzyona yekemîn a zarokan  li Bakurê Kurdistanê Zarok TV, niha bi cezayê ku Saziya Bilind a Radyo û Televîzyonê ya Tirkiyê (RTUK) ji wan re biriye re rûbirûne.


Saziya Bilind a Radyo û Televîzyonê ya Tirkiyê (RTUK) li yekemîn televîzyona zarokan a kurdî Zarok TVê,  cezayê aborî û rawestandina demki ya weşanê birî. Herwiha lijneya bilind hinceta cezabirînê destnîşan kir ku di 2 stranên  Zarok TVê de peyva " Kurdistanê" derbas bûye, ji aliyeke din ve li hember biryara RTUKê mafnas û dîroknasên Bakur  nerazîbûn nîşan didin û pê amaje dikin ku li gor yasayê Tirkiye peyva Kurdistanê divê ceza li xwe negire. 


RTUKê ji ber Zarok TV du stranên ku peyva " Kurdistanê" têde  derbas dibe weşandine 17 hezar lîre cezayê pere û cezayê  5 roj bi demkî rawestandina weşanê birriye û peyva Kurdistanê wek palpiştiya terorê qebûl dike.


Derbarê vê mijarê de Gerînendeya Zarok TVê Dîlek Demiral ji Rûdawê re wiha got: “RTUK di nameya ku ji me re şandiyê de dibêje, `Gula min gula Cizîra Botan û strana Mihemed Şêxo ku tê de peyva Kurdistanê derbas dibe li gor yasayên Tirkiyeyê pesindayîna terorê ye` ev cezayê yekemîn e ku li me tê birîn, heke ev ceza were pesendkirin divê em ji bilî cezayê pereyê,  5 rojan jî  bi demekî weşanê xwe rawestînin"


Endamê Rêveberiya Baroya Amedê Neşat Giresûn dibêje ku lijneya biryardayîna Saziya RTUKê ji endamên siyasî pêk tên û ev biryara ku wana ji bo Zarok TVê  dane ne biryareke dadî ye.


Neşat Girasûn wiha axifî: “Yasayên Tirkiye yasayên li gor pîvanên dewletên pêşketiyên Ewropayê ne, li gor tu yasayekî bi karanîna peyva Kurdistanê nabe ku ceza li were birîn, lê hindek dadger, dozger û lijneyên îdarî erka yasayê binpê dikin û biryarên siyasî didin, ev jî yek ji wan biryaran e."


Cezayê ku RTUKê  yê ji bo  Zarok TVê niha dubare rê li ber nîqaşên bikaranîna peyva "Kurdistanê" vekiriye.


Serokê Weqfa Îsmaîl Beşîkçi yê şaxa Amedê Dîroknas Seîd Veroj jî dibêje ku heke bilêvkirina Kurdistanê sûc be, Padîşahê Osmaniyan sûcdarê herî mezin e; ji ber ku herî zêde peyva Kurdistanê di  dema Osmaniyan de hatiye bikaranîn û nexşeyeke bi mohra Padîşahê Osmaniyan Ebdulhemîd dide nîşan.


Dîroknas Seîd Veroj wiha got: “Li dokumentên Dewleta Osmanî  û yên destpêka Komara Tirkiyeyê binêrin di hemu ewraqên pêwendiyên fermî de dema ku behsa vê erdnîgariyê dike wek Kurdistan pênase dike, (nexşeyê dide nîşan) ev nexşe nexşeya bi pencemora Ebdulhemîd e ku ji Loristanê heta Sêwasê erdnîgariya Kurdan wek Kurdistan pênase dike, Kurdistan ne dewlet e; lê Kurdistan welat e.”


Di 19ê Tirmeha Sala 2013 an de Recep Teyîp Erdoğan ku wê demê Serokwezîrê Tirkiyeyê bû, di parlementoya Enqereyê de gotibû ku Kurdistan rastiyeke me ye û ev mîrate ji bav û kalên me ji me re maye.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst