Hin partî niha jî hewil didin hilbijartinên parlamentoyê paş bixin

Hewlêr (Rûdaw) - Tevî ku hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê lîsta navên berbêjêrên xwe radestî komîsyonê kirine jî, lê heta niha hinek partî hewil didin hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê paş bixin.

 

Endamê serkirdatiya YNKê Ferîd Eseserd ji Heftenameya Rûdawê re ragihandiye, paşxistina hilbijartinan daxwaza hemû aliyan e, lê ew dixwazin aliyek bi fermî wê yekê rabigihîne.

 

Bo gotina Eseserd, Tevgera Goran û Komela Îslamiya Kurdistanê li dijî hilbijartinan  nînin, lê li gorî nerîna wan ji ber sextekariyên di hilbijartinên 12 Gulanê de dengder bê hêvî bûne û gelek zehmet e ku bikarin dengderên xwe razî bikin, ku biçin ser sindoqên dengdanê.

 

Wî endamê serkirdatiya YNKê herwiha daye xuyakirin, hemû alî dixwazin hilbijartin bêne paşxistin, lê newêrin behsa wê yekê bikin. Eseserd tekez jî kir, bila kes jî li bendê nebe, ku YNK daxwaza paşxistina hilbijartinan bike û YNKe heta çirkeya dawî jî daxwazeke wisa nake.

 

Endamê Encûmena Serkirdatiya Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, Osman Karwanî jî dibêje, ew pêşwaziyê li pirsa paşxistina hilbijartinan nakin.

 

Osman Karwanî dibêje, bi qasî ku em agahdar in, tenê YNKê daxwaza wê yekê kiriye. Hilbijartin nayê paşxistin û divê di dema xwe de were lidarxistin.

 

Karwanî mijara pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û mijûlbûna aliyan bi vê yekê ve weke hincetek bo encamdana hilbiajrtinan di dema xwe de bi nav kir û diyar kir: “Diviyabû 6 meh berî niha hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê bihatibana kirin, em ti hincetan pesend nakin bo vê yekê û ew yek proseya demokrasiyê li Herêma Kurdistanê bi temamî neşîrîn dike. Pêwîst e hemû çar salan carekê di dema xwe de hilbijartin were kirin.”

 

Lê Partiya Demokrata Kurdistanê bi hemû awayî paşxistina hilbijartinên parlamentoyê red dike.

 

Berpirsê Boruya Pêwnediyên Niştimanî yên PDKê, Huşyar Sîweylî ji Rûdawê re ragihand, li gorî PDKê lidarxistina hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê di 30ê Îlona îsal de biryara dawî ye û bi ti awayî nayê paşxistin. Sîweylî dibêje: “Gelek gotegot hene derbarê meyla hinek aliyan jibo paşxistina hilbijartinan, lê belê ez agahdar nînin ku ti aliyekê bi fermî daxwaza paşxistina hilbijartinan li me kiribe.”

 

Biryar bû hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê di meha 11 a sala 2017an de birêve biçe, lê belê aliyên siyasî li ser wê demê li hev nekirin û temenê yasayî yê parlamentoyê hate dirêjkirin. Piştre Hikûmeta Herêma Kurdistanê roja 30ê Îlona 2018an weke roja sazkirina hilbijartinên parlamentoyê destnîşan kir û komîsyona hilbijartin û rapirsiyan a Herêma Kurdistanê ji wê yekê agahdar kir.

 

Li gorî zanyariyên Rûdawê, biryare PDK û YNK di çend rojên dahatî de bicivin û yek ji mijarên sereke yaw ê civînê dê hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê be.

 

Endameke Civata Niştimaniya Tevgera Goranê jî ku nexwest navê wî were aşkerekirin, red nake, ku di nava vê tevgerê de hin giriftên hebin û wan kêşeyan bi giriftên biçûk bi nav dike. Lê belê daxwaz li YNKê û PDKê dike, daxwaza paşxistina hilbijartinan nexin stuyê wan.

 

Wî rayedarê Goranê got: “Eger daxwaza paşxistina hilbijartinan bê pêşberî me û me zanî ku hincetên wisa hene jibo berjewendiya proseyê û pakiya hilbijartinan û xelkê, em dê pesend bikin, lê belê heta niha em ligel encamdana hilbijartinan in û em naxwazin paş bikeve.”