Felah Mistefa bang li NY kir: Kurdistanê weke şirîkekê bibînin

Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê Karûbarên Derve yê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa bang li Neteweyên Yekbûyî kir û got: “Ne tenê bi Bexdayê re biaxivin û îmze bikin, pêşbînî bi vê yekê jî bikin û Herêma Kurdistanê jî weke şirîkekê bibînin.”

 

Bi piştgiriya Neteweyên Yekbûyî ji aliyê Encumena Bilind a Jinan ve bi navê "Tundiya seksê di dema rakêşanê de" konferansek hate lidarxistin û Felah Mistefa di konferansê de axivî.

Mistefa di axaftina xwe de diyar kir, ku Herêma Kurdistanê weke şirîkek were dîtin û got: “Em naxwazin bibin qurbaniyê rakêşanên siyasî yên li Bexdayê.”

 

Felah Mistefa wiha dirêjî da axaftina xwe:

 

“Di derbarê jiholêrakirina xerabiyên rakêşanên siyasî de Herêma Kurdistanê şirîka civaka navdewletî ye. Lê ev bi tena serê xwe ne bes e. Ji bo ku em alîkariya qurbaniyên vê rakêşanê bikin, divê em dakevin jêr û bizanin pirsgirêk çi ne?”

 

Herwiha Felah Mistefa bal kişande ser wê yekê, divê ji bo ku careke din bûyereke bi vî rengî neqewime, ji hemû kurdên êzidî re garantiyek were dayîn û got: “Çimku ev ji bo civaka navdewletî şerm e. Ji bo kesên ku di nav rêxistina terorî ya DAIŞê de dîn li ser rêya hin armancan ji bo planên xwe bi kar tînin jî wisa ye. Ji ber vê yekê li cîhanê li ti derekê, divê destûr neyê dayîn ku tawaneke hovane ya bi vî rengî were kirin.”

 

“Bi tenê daxuyaniyekê, pirsgirêk çareser nabin”

 

Felah Mistefa daxwazên xwe ji Neteweyên Yekbûyî re bi vî awayî anî ziman:

 

“Ji ber pêngavên ku Neteweyên Yekbûyî avêtine, em kêfxweş in. Lê bi tenê daxuyaniyekê, pirsgirêk çareser nabin. Em dixwazin ku Herêma Kurdistanê weke şirîkeke bingehîn were qebûlkirin û em vê yekê bi awayekî fermî daxwaz dikin. Ne tenê bi Bexdayê re biaxivin û îmze bikin, pêşbînî bi vê yekê jî bikin ku divê Herêma Kurdistanê bi we re rûnê.”

 

Weke din Felah Mistefa bi bîr anî ku Herêma Kurdistanê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve tê qebûlkirin û got: “Ji ber vê divê rêz li ber Herêma Kurdistanê were girtin û weke şirîkek were dîtin. Ji bo ku pê re bixebitin têkiliyek deynin û nêzî wê bibin.”

 

“Ti kes nikarê vê mafê ji dest bigre”

 

Piştî konferansê Felah Mistefa konferanseke çapemeniyê li dar xist û wiha got:

 

“Li gor peymana Neteweyên Yekbûyî, her netewe xwedî maf e ku çarenûsa xwe diyar bike. Kes nikare vî mafî ji dest werbigre. Loma helwesta navdewletî zelal e; kes li dijî prensîpa diyarkirina çarenûsê nîne. Raman û metirsiyên heta niha li ser destnîşankirina dema referandumê bû.”

 

Weke din Felah Mistefa amaje bi yekê kir, ew bi hêvî ne ku vê mijarê li gel Iraqê bi diyalog û lihevkirinê çareser bikin û got: “Ev polîtîkaya Herêma Kurdistanê ye. Beriya niha jî ev hatibû gotin. Îro jî em bal dikşînin ser vê yekê. Herêma Kurdistanê dixwaze li gel Bexdayê û civaka navdewletî bi awayekî aştiyane bi rêya diyalogê ev mijar derbas çareser bike.”

 

Herwiha Berpirsê Karûbarên Derve yê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa diyar kir, ku dê serdana Encumena Bilind a Referandumê, Bexda, welatên cîran, civaka navdewletî û endamên daîmî yên Encumena Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî bikin.