DAÎŞ dest danî ser berhema genim li Mêlebiyê

30-07-2014
Cotyar Murad
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Çekdarên rêxistina radîkal a bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) dest danî ser rêjeyên mezin ji berhema genimê navçeya Mêlebiyê li bajarê Hesekê li Rojavayê Kurdistanê.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan di daxuyaniyekê de ragihand ku, duh 29 tîrmehê civînek di navbera pêkhatên bajarê Hesekê de birêve çû, bo destnîşan kirina komîteyekê bo şopandina karên bajar, bêy ku navê wan pêkhatan aşker bike.

Herwiha rewangehê aşkere kir ku çekdarên DAÎŞ rêjeyên mezin ên genimê li navçeya Mêlebiyê li bajarê Hesekê embar kirî, birin navçeya Şedadî ya di bin kontrola wê de li nêzîk bajarê Hesekê.

Li gor rewangehê, rêjeyeke gelek mezin ji berhema genim li embarên navçeya Mêlebiyê bû, lê niha ew genim ji aliyê DAÎŞê ve ji wan embaran hat derxistin.

Ev çend rojin ku şer û pevçûn di navbera hêzên hikûmeta Sûriyê û şervanên YPG de li dijî çekdarên DAÎŞ li bajarê Hesekê berdewame, ku di encam de niha navçeyên Hesekê di bin kontrola her sê aliyan de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst