YPG: DAÎŞ bi çekên giran êrîş dike

 

Hewlêr (Rûdaw)- Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand ku wan gundê Kitş li başûrê bajarê Kobanî li Rojavayê Kurdistanê ji bin destê çekdarên rêxistina radîkal a bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) derxistin.

YPG ku baskê leşkerî yê Partiya Yekîtya Demokratîk (PYD) ye, dibêje, çekdarên DAÎŞ bi tank û çekên giran êrîş dike ser gundên rojavayê Kobanî û şer li wê navçeyê berdewame di navbera YPG û DAÎŞê de.

Ji aliyek din ve çekdarên DAÎŞ 3 guleyên hawin avêtin taxa Xwêran li rojhilatê bajarê Heseke lê ti ziyanên mirovî ji encam neketin.

Piştî êrîşa çekdarên DAÎŞê ser bajarê Heseke û vekişana artêşa Sûriyê jê, YPG dibêje ku wan ew bajar kontrol kirine, herwiha bi şer çekdarên DAÎŞ ji gele tax derxistine û gele tax jî ji çekdarên rêxistina navborî parastine.

Di vê barê de, Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), Tahir Sifûk ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: “Helwesta me her dem helwestek siyasî ye, mixabin heta niha me nikariye ligel Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) hêzeke hevbeş pêk bînin, lê em wek ENKS êrîşên DAÎŞê ser hemû naveçyên Rojavayê Kurdistanê şermezar dikin.”

Herwiha Tahir Sifûk da zanîn ku: “Ti peywendiyeke me bi hikûmeta Sûriyê re nîne, li gor zaniyariyên me hêzên hikûmetê ji navçeya Mêlebiyê vekişiyane, lê heta niha ew li li nava bajarê Hesekê mane.”