EFRÎN – Çekdarên di kontrola Tirkiyeyê de bi nav hev ketin

30-06-2024
Hisên Omer
Nîşan Efrîn Çekdar Şer Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê di navbera çekdarên di kontrola Tirkiyeyê de şer derket.

Çavkaniyeke ji Efrînê, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku şer û pevçûnan li navçeya pîşesaziyê rû daye.

Hat destnîşankirin ku çekdarên Tevgera Ehrar el-Şamê û çekdarên bajarokê Heyanê şer kiriye.

Heman çavkaniyê da zanîn, şer li ser dikanên Kurdan derketiye ku çekdaran dest daniye ser wan.  

Di encama ji reş û pevçûnan herî kêm sê çekdar birîndar bûne û li nexweşxaneyeke Efrînê tên dermankirin.

Efrîn sala 2018an hat dagirkirin

Artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdarên ên di kontrola wê de, 20ê Kanûna Paşîna 2018an ji asman û bejahiyê ve bi awayekî berfireh êrişî Efrînê kir ku wê demê di destê Kurdan de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi çekên giran, bajarê Efrînê 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar.

Di encama êrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rê û dirbên koçberiyê.

Ji roja ku Efrîn ketiye bin dagirkeriya Tirkiyeyê ve girtin, binpêkariyên wekî dizî, talan, tecawuz, birîndarkirin, kuştin, revandin û şkenceyên li hemberî Kurdan berdewam dikin.

Rêxistinên mafê mirovan ên xwecihî û navneteweyî ji sala 2018an ve gelek caran di raporên xwe de daye zanîn ku milîsên alîgirên Tirkiyeyê xelkê Efrînê direvînin û bi zorê dest datînin ser mal û milkên wan.

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê beriya bi daxuyaniyekê ragihand ku rêxistinên Qeter û Kuwêtê tevî Tirkiyeyê demografiya Efrînê diguherin.

Rêveberiya Xweser bang li rêxistinên mirovî yên mafên mirovan û civaka navneteweyî kiribû da ku rê li ber wî karê neyasayî bigirin.

Li aliyê din, Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê jî Tebaxa 2023yan ji ber binpêkirinên mafên mirovan ceza bi ser Lîwaya Silêman Şah û Firqeya Hemzeyê de sepandibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst