Stenbol (Rûdaw) - Bilindbûna kirêya xaniyan û nebûna xaniyên kirê li nava Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bûye metirsiyeke gelekî mezin li ser jiyana xelkê.
Xwediyên xaniyan salê 2-3 caran kirêya xaniyan zêde dikin û rewş ji bin kontrolê derketiye.
Li gorî Eurostadê, Tirkiye ew welat e ku bihayê xaniyan lê herî zêde giran bûye.
Li dadgehan bi deh hezaran doz di navbera kirêcî û xwediyên xaniyan de hatine vekirin û gelek caran jî di navbera wan de pevçûn derdikeve.
Gelek kes bê xanî mane û li hin deveran di xaniyekî de 2-3 mal bi hev re dijîn.
Rewşa kirê û xaniyan li Tirkiyeyê metirsî li ser hemû welatiyan çêkiriye û gazincên xelkê yên ji desthilatê giran dibin.
Muzeyyen Ter xanimeke 63 salî ye û dayika du zarokan e, piştî vî temenê xwe cara ewil dike here li xaniyekî kirê rûne.
Ji ber qeyrana aboriyê wê xanî firotiye û ew 15 roj in kuçe bi kuçe li xaniyekî kirê digere lê xaniyan nabîne.
Ji ber ku li Stenbolê peydakirina xaniyan gelekî zehmet bûye û yên heyî jî bihayê wan malikê li mirov xira dikin.
“Welehî em birçî digerin”
Muzeyyen Terê ji bi gazin û hêrs behsa pirsgirêka xaniyên bi kirê kir û wiha got:
"Karesat e. 20 hezar, 22 hezar in bihayên xaniyên ku ji me re bibin.
Bi 17 hezar û 500 lîreyî xanî hene lê karesat in. Welehî em birçî digerin.
Ma hûn halê bazarê nabînin. Me tenê mûçeyekî xanenîşîniyê heye.
Em dê bixwin vexwin yan kirê bidin. Em xilas bûne welehî xilas bûne."
Jina bi navê Aynûr Evînoglu jî kirêcî ye bihayê xaniyan û qeyrana aborî bandor li wê jî kiriye.
Li gorî gotina Aynûr Evînogluyê, zêdebûna xaniyan êdî ji adetan derketiye û ew nikarin bi 11 hezar mûçeyê xanenîşniyê debara xwe bikin.
Li Tirkiyeyê kirêya xaniyan di nava van 4-5 salên dawîn de salê 2-3 caran zêde dibe û welatî tûşî xetereyeke jiyanî bûne.
Li ber par ji sedî 256 zêde bûye
Li gorî Ofîsa Amaran a Ewropayê ango Eurostatê, Tirkiye yek ji wan welatên Ewropayê ye ku kirêya xaniyan lê zêde bûye.
Li Tirkiyeyê bihayê xaniyan li gorî sala borî ji sedî 256 zêde bûye.
"Rewşeke awarte heye"
Serokê Jûra Emlakfiroşan Nîzamettîn Aşa li ser pirsgirêka kirêyan ji Rûdawê re wiha got:
“Xanî nayêne çêkirin, xanî têra xelkê nakin. Li hêlekê pirsgirêka koçberan, li hêlekê pirsgirêka xwendekaran, li hêlekê jî piştî erdhêjê belavbûna xelkê li bajaran…
Ew hemû dibin sedem ku daxwaz neyêne bersivandin. Rewşeke awarte heye.
Di maweyê 14 salên dawîn de rêjeya firotina xaniyan îsal daketiye.
Xanî nayêne çêkirin ji ber ku mesrefê înşaetan gelekî zêde ne.
Ji ber wê gelek kes xaniyan çênakin û pirsgirêk heta niha jî hene."
Xaniyekî bi 5 hezar lîreyî bû îsal bûye 15-20 hezar
Xaniyekî ku sala çûyî li Stenbolê bû 5 hezar lîrebû Stenbolê îsal bûye 15-20 hezar lîre.
Li gorî qanûnan, divê zêdekirina bihayê kirêyan ji sedî 25 were zêdekirin lê ti kes pabendî vê yekê nabe û welatî bi xetereya bêmaliyê mayîne dijîn.
“Xaniyên vala û nû nînin”
Emlakfiroşê bi navê Celal Guleryuz jî bi van gotinan behsa pirsgirêka xaniyên bi kirê kir:
“3-4 meh in xaniyên kirê li ba me nîn in. 1-2 xanî tên ew jî avahiyên kevn in. Li avahiyên nû xanî qet xanî nîn in.
Xaniyên vala hene, yên firotinê zêde ne lê tu bi kirê bêjî nîn in. Ew jî dike ku li bazarê pirsgirêk hebe.”
Rêjeya enflasyonê, çênekirina xaniyên nû û hatina berdewam a biyaniyan sedema nebûna xaniyên kirê tê nîşandan.
Li Tirkiyeyê niha mûçeyê herî kêm 17 hezar û 500 lîre ye lê bi wî mûçeyî dîtin û bicihbûna li xaniyekî kirê hema bêje ne pêkan e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse