Li Mêrdînê pevçûn: 10 birîndar

30-06-2024
Nîşan Mêrdîn Kerboran Hano Pevkur Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kerboranê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê du malbat bi hev çûn û 10 kes birîndar bûn.

Li gundê Roverê yê Kerboranê, di navbera du malbatan de ji ber pirsgirêka erdan şer derket û her du aliyan bi dar û keviran êrişî hev kirin.

Di pevçûnê de Abdurrahîm B. (31), Mehmet Şerîf A. (54), Rahîme A. (35), Îbrahim B. (75), Dîlber A. (50), Selman A. (41), Omer A, Ahmet B. Rabîa B. û Ramazan B. birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin nexweşxaneyên dewletê yên Kerboran û Midyadê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst