Şahidê Komkujiya Dêrsimê di 92 saliya xwe de koça dawî kir

30-06-2023
Ferdî Sak
Nîşan Komkujiya Dêrsimê Xidir Guneş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şahidhalê Komkujiya Dêrsimê Xidir Guneş di 92 saliya xwe de, li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê koça dawî kir.

Roja Înê 30ê Hezîrana 2023an şahidhalê Komkujiya Dêrsimê ya salên 1937 û 1938ê Xidir Guneş di demjimêrên sibehê de li Nexweşxaneya Dewletê ya parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê koça dawî kir.

Di komkujiya Dêrsimê de pirîka Guneş li ber çavên wî bi singuyan ji aliyê leşkerên wê demê yên Artêşa Tirkiyê ve hatibû kuştin. Herwiha 12 kes ji gundê Xidir Guneş li ber çavên wî hatibûn kuştin. Wî bi xwe jî ji bo ku nekeve destê leşkerên Tirkiyê 3 mehan xwe li daristanake Dêrsimê veşartibû. Piştî Komkujiya Dêrsimê 9 salan li bajarê Manîsa yê Tirkiyê li sirgunê mabû. Piştî sirgunê careke din vegeriyabû Dêrsimê û li wê derê dijiya.

Biryar e cenazeyê Guneş roja Şemiyê 1ê Temûza 2023an li gundê wî yê Qizixê yê girêdayî navçeya Pulur a Dêrsimê bi axê bê spartin.

Xidir Guneş ji ber nexweşiyên corbicor, ev 10 roj in li nexweşxaneyê çareserî didît.

Dewleta Tirkiyê li Dêrsim a Bakurê Kurdistanê 86 sal berî niha komkujiyeke mezin dijî Kurdan pêk anî. Ev yek di demekê de bû ku Kurdên Elewî li Dêrsimê bi rêberiya Seyîd Riza dest bi şoreş û serhildanê kiribûn. Di ser Komkujiya Dêrsimê re ku biryara wê 4ê Gulana 1937an li Parlamentoya Tirkiyê hatibû wergirtin 86 sal derbas bûn.

86 sal berî niha Dewleta Tirkiyê li Dêrsim a Bakurê Kurdistanê komkujieyeke mezin dijî Kurdên Elewî kir. Roja 4ê Gulana 1937an bi destê desthilata wê demê ya Tirkiyê CHPê li Parlamentoya Tirkiyê biryara “Tevgera Sirgûnkirina Dêrsimê” (Tunceli Tenkil Harekâtı) hat wergirtin û di çarçoveya wê biryarê de Komkujiya Dêrsimê pêk hat.

Roja 4ê Gulanê wek salvegera Komkujiya Dêrsimê tê qebûlkirin û her sal di 4ê Gulanê de li bajarên Bakurê Kurdistanê, Tirkiye û Ewropayê çalakiyên bîranînê tên kirin.

Li gorî daxuyaniyên fermî di Komkujiya Dêrsimê de 16 hezar kes, li gorî daxuyaniyên nefermî jî 72 hezar kes hatin qetilkirin, bi hezaran kes hatin sirgûnkirin û bi hezaran zarokên Dêrsimî bi taybetî jî keç bi dane malbatên Tirk û ew ji malbatên wan hatin dûrxistin.

Seyîd Riza û hejmarek kesayetiyên navdar ên Dêrsimê 15ê Mijdara 1937an li Xarpêtê hatin darvekirin lê hejmara kuştî, sirgûnî û gundên hatin wêrankirin ji amarên fermî gelekî zêdetir bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst