Li Kampa Aştiyê nexweşiya kezebê bi kesekî re heye; ji ber hejariyê nikare biçe nexweşxaneyê

Hewlêr (Rûdaw) - Kesekî ji Rojavayê Kurdistanê ku li Kampa Aştî ya Barîkeyê dijî, 2 sal in bi nexweşiyeke kezebê ketiye û ji bo dermankirinê pêwîstiya wî bi herî kêm 50 hezar dolaran heye.

Sebrî Hesen bavê 4 zarokan e ku 3 ji wan ji ber hejariyê dest ji xwendinê berdane. Ew heta du sal berê hostayê seramîkan bû lê dema ku ji bo pişkinînê çû cem pizîşk, rapora laboratuarê diyar kir ku têkçûna kezebê bi wî re heye.

Welatiyê Rojavayê Kurdistanê Sebrî Hesen li ser nexweşiya xwe got, “Ez bi tena serê xwe çend caran çûme nexweşxaneyê, tenê kurekî min heye ku dixebite, ji Serok Barzanî daxwaz dikim ku alîkariya me bike ji bo çandina kezebê.”

Raporên pizîşkî yên Silêmanî û Hewlêrê diyar dikin ku Sebrî Hesen pêwîstî bi çandina kezebê heye, hevjîn û kurê wî amade ne beşeke kezeba xwe bidine wî lê lêçûna neştergeriyê li Hewlêrê 50 hezar dolar e û li derve jî zêdetir e lê her kîjan be jê Sebrî Hesen nikare bike.

Pisporê nexweşiyên kezebê Dr. Mihemed Şêxanî got, “Ev nexweş pêdivî bi çandina kezebê heye piştî çend test û rêkarên pizîşkî, ji ber ku rewşa niha ya ku ew tê de ye bi dermanan baş nabe.”

Tiştê ku bi awayekî demkî alîkariya wî dike kîseke dermanan e ku hinek ji wan divê sê danan û hinekan jî zêdetir bixwe.